• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 7ê NÎSANA 2026an

    Daîreya Qeyda Rewşa Sivîl a Dirbêsiyê serlêdanên Kurdan qebûl dike

    Daîreya Qeyda Rewşa Sivîl a Dirbêsiyê serlêdanên Kurdan qebûl dike

    Mala Serokê PAKê hate bombebarankirin

    Mala Serokê PAKê hate bombebarankirin

    Doza kuştina Narîn Guran taloqî 16ê nîsanê hate kirin

    Doza kuştina Narîn Guran taloqî 16ê nîsanê hate kirin

    Iraq û Herêma Kurdistanê li ser gumrikê li hev kirin

    Iraq û Herêma Kurdistanê li ser gumrikê li hev kirin

    Encûmena Amediyê xwest rêya ku artêşa Tirkiyeyê girtiye were vekirin

    Encûmena Amediyê xwest rêya ku artêşa Tirkiyeyê girtiye were vekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 7ê NÎSANA 2026an

    Daîreya Qeyda Rewşa Sivîl a Dirbêsiyê serlêdanên Kurdan qebûl dike

    Daîreya Qeyda Rewşa Sivîl a Dirbêsiyê serlêdanên Kurdan qebûl dike

    Mala Serokê PAKê hate bombebarankirin

    Mala Serokê PAKê hate bombebarankirin

    Doza kuştina Narîn Guran taloqî 16ê nîsanê hate kirin

    Doza kuştina Narîn Guran taloqî 16ê nîsanê hate kirin

    Iraq û Herêma Kurdistanê li ser gumrikê li hev kirin

    Iraq û Herêma Kurdistanê li ser gumrikê li hev kirin

    Encûmena Amediyê xwest rêya ku artêşa Tirkiyeyê girtiye were vekirin

    Encûmena Amediyê xwest rêya ku artêşa Tirkiyeyê girtiye were vekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DYA-Îsraîlê li çar welatan li hedefên Îranê dan

Navenda Nûçeyan / AW

7 NÎSAN 2026 - 08:57
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Ligel meşandina nîqaşên agirbestekê û gefên dualî êrişên DYA-Îsraîlê yên li ser binesaziya leşkerî û aborî ya Îranê şevê din bi awayek giranî berdewam kir. Ligel hedefên li Îranê, hedefên komên nêzîk rejîma Îranê yên li Irak, Sûriye, Yemen û Libnanê jî bûn hedefa êrişên giran. Serokê Tora Îstîxbaratê ya Parazvanên Şoreşê Majîd Xademî di êrişekê de hate kuştin û Pergala S-300 a hewayî hedef hate girtin. 

Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 38an de berdewam dike. Li aliyekê nîqaşên agirbestê yên di navbera Îran û DYAyê de didomin û li aliyê din jî hem gef hem êrişên dualî berdewam dikin. Piştî Îranê duh hind daxwazên DYAyê red kirin, şevê hem li Îranê hem jî li dijî komên girêdayî rejîmê yên li Sûriye, Libnan, Iraq û Yemenê êrişên giran pêk hatin. Balkêş e ku vê carî giraniya êrişan binesaziya sivîl jî hedef girt.

Balefirgeha Mehrabadê hate bombebaran kirin

Di saetên derengiya şevê de, li paytexta Îranê Tehranê, li dijî derdora Balafirgeha Mehrabadê êrîşek pêk hat. Hate ragihandin ku piştî êrîşê teqîneke mezin rû daye û li derdora balafirgehê agir bi derdorê ketiye.

Hat diyarkirin ku hedefa vê êrîşê Balafirgeha Mehrabadê û derdora wê bûye. Piştî teqînê, li herêmê şewateke mezin derket û tîmên agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Tirs û fikar li bajêr zêde dibe

Têkildarî zirarên canî û madî heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn, lê hat dîtin ku dûmanên reş ji ser balafirgehê radibin. Ji ber teqînê li navenda Tehranê tirs û fikar di nav gel de çêbû.

Hêjayî gotinê ye ku Balafirgeha Mehrabadê yek ji navendên herî girîng ên geştên hundirîn û operasyonên lojîstîk e.

Balefirgeha Îmam Xumeynî jî bû hedef

Balafirgeha Navneteweyî ya Îmam Xumeynî jî cihek rastî êrişan hatiye. Hate ragihandin ku li nêzî vê balafirgehê jî dengê teqînên mezin hat û piştî teqînan şewat derketiye. Rejîma Îranê piştî teqînan wekî tedbîr geştên hewayî sekinandin.

Li tesîsa Parçîn û Xojir ên teknolojiyê teqîna mezin

Êrişên li ser tesîsên ku kar û barên pêşxistina teknolojiya moşekan û alavên leşkerî dikin jî pêk hatin. Ji van deran yek jî Kompleksa Parçîn a li Tehranê ye. Ev navend bi bernameyên moşekî û teknolojiyên parastina leşkerî tê naskirin. Tê gotin ku xalên stratejîk ên di hundirê vê kompleksê de bûne hedef. Ligel Parçînê tesîsa Xojir di heman astê de moşekan hildiberîne jî bû hede. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku di encama êrişan de her du tesîs hatine rewşek ku neyên bikaranîn.

Yekem car S-300 hedef hatin girtin

Rejîma Îranê ku xwediyê pergala parastinê ya S-300 ku ji Rûsyayê girtiye, heta niha parastina hewayî nexistibû meriyetê. Hate ragihandin ku li ser êrişên giran şevê din rejîmê xwest van pergala bixe dewrê. Li gorî çavkaniyan şevê din ev pergalên S-300an ên li Tehran û Karajê hedef hatin girtin.

Li depoyên sotemeniyê ziyanên giran

Ligel hedefên leşkerî û teknolojiyê şevê din gelek depoyên sotemeniyê jî hedef hatin girtin. Li hinek xalên nêzî baregehên leşkerî, depoyên sotemeniyê û santralên elektrîkê yên ku enerjiyê didin navendên leşkerî rastî êrişan hatin. Di encama êrişan de weşat li van deveran derketin. Her wiha ceyrana wargehên li van deran jî wekî encama êrişan hate birîn.

Êriş li Tehran, Karaj û Îslamşehrê hûr bûn

Li gorî çavkaniyan û çapemeniyê êriş bi giranî li ser kembera ewlehiyê ya Tehran, Karaj û Îslamşehrê hûr bûne. Hate diyarkirin ku armanca lêdanê bêtir lawazkirina şiyana moşekî û parastina esmanî ya Îranê bûye.

Serokê îstîxbarata Îranê Xademî hate kuştin

Her Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) ragihand ku Serokê Îstîxbaratê yê Îranê Majîd Xademî di êrişekê de kuştine û gelek berpirsyarên din ên Îranê jî bêbandor kirine. Ev agahî ji hêla çavkaniyên fermî ya Îranê ve jî hate raihandin.

DYA û Îsraîl dixwazin Îran şertan qebûl bike

Li gorî pisporên ewlehiyê sedema girankirina êrişan ew e ku Îran şert û mercên DYAyê ragihandîn qebûl bike. Lê ligel êrişan jî Îranê duh ragihand ku şertên DYAyê gelek giran û dûrî aqilin û dê van şertan qebûl nekin. Ligel vê daxuyaniyê jî deriyê mizakereyan vekirî hate hiştin. Serokê DYAyê Donald Trump jî şevê din cardin daxuyaniyên bi nakokî dan û bi gotina, “Îran nêzîk qebûl kirina şertan e. Ku qebûl neke dê pirên wan, santralên wan ên ceryanê û binesaziya wan tune be”.

Li Sûriyê êriş

Hate ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê li herêma Seyyide Zeyneb a Şamê û li gundewarên Homsê hinek noqteyên lojîstîk ên girêdayî komên nêzî Îranê kirine hedef.
Derbarê encamên êrişan de agahiyên zelal nehatin girtin.

Êrişên DYAyê li Iraq û Yemenê

Hêzên DYAyê li herêmên bin kontrola komên çekdar ên alîgirên Îranê û Hûsiyan operasyonên “bersivdayînê” pêk anîn. Balafirên DYAyê li herêma Curf al-Sakhar ên dikevin başûrê Bexdayê û li nêzî sînorê Sûriyeyê li bajarê Qaîm li dijî baregehên Ketîbeyên Hizbullahê êrişên esmanî pêk anîn.
Hêzên deryayî û esmanî yên DYAyê bi hevkariya Brîtanyayê, li herêma Hodeyda û paytext Sena, depoyên moşekan û radarên Hûsiyan bombebaran kirin.

 

Etîket: DYAÎranÎsraîlKarajmoşekTehranTeqîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rejîma Îranê êrişî Başûrê Kurdistanê kir: 2 kes mirin 3 zarok birîndar bûn

Rejîma Îranê êrişî Başûrê Kurdistanê kir: 2 kes mirin 3 zarok birîndar bûn

7 NÎSAN 2026
Îranê pêşniyara agirbestê ya DYAyê red kir

Îranê pêşniyara agirbestê ya DYAyê red kir

6 NÎSAN 2026
Îranê kuştina Esxer Baqirî piştrast kir

Îranê kuştina Esxer Baqirî piştrast kir

6 NÎSAN 2026
Îran pergala Tengava Hurmuzê diguherîne

Îran pergala Tengava Hurmuzê diguherîne

6 NÎSAN 2026
HRANA: Li Îran û Rojhilat 319 kes hatin binçavkirin

HRANA: Li Îran û Rojhilat 319 kes hatin binçavkirin

6 NÎSAN 2026
Îsraîl ragihand ku berpirsekî Firqeya Îmam Husên kuştine

Îsraîl ragihand ku berpirsekî Firqeya Îmam Husên kuştine

6 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bîranîna 6ê Nîsanê: Em ê xwedî li mîrateya şehîdên çapemeniya azad derkevin

    Bîranîna 6ê Nîsanê: Em ê xwedî li mîrateya şehîdên çapemeniya azad derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Elmaz Romî bû şaredara Kobanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şiyarbûna xwezayê û çar hêmanên wê: Cemre

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DYA-Îsraîlê li çar welatan li hedefên Îranê dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di hevdîtina DEM Partî û CHPê de rojev hilbijartin û demokratîkbûyîn bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rejîma Îranê êrişî Başûrê Kurdistanê kir: 2 kes mirin 3 zarok birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Encûmena Amediyê xwest rêya ku artêşa Tirkiyeyê girtiye were vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peyvên Kurdî ‘pirsgirêk’ dîtin, ji bo pirtûkê bidin 5 hezar lîre xwestin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Encamnameya Konferansa ‘Aştî Bê Me Nabe’ hate aşkerakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (262)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne