Mêrê bi navê Huseyîn Kurt, li Sêwasê dayika xwe Şehrîban Kurt û birayê xwe Hasan Kurt kuşt.
Li Sêwasê mêrê bi navê Huseyîn Kurt, dayika xwe Şehrîban Kurt û birayê xwe yê cêwî Hasan Kurt kuşt. Xizmên wan ku agahî ji malbatê negirtin agahî dan polîsan. Polîs û yekîneyên tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê, dîtin ku Şehrîban Kurd bi îşkenceyê hatiye kuştin. Der barê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin û gumanbar Huseyîn Kurt binçav kirin. Her du cenaze ji bo otopsiyê rakirin morgê.