Dayika Aştiyê Aliye Tîmûr ku ji bo serdana xizmên xwe çûbû Herêma Kurdistanê, jiyana xwe ji dest da.
Dayika Aştiyê Aliye Tîmûr a ji Colemêrgê ku ji bo serdana xizmên xwe çûbû Herêma Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyeyê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Rêvebera DEM Partiyê ya Colemêrgê Aliye Tîmûr ku 45 salî bû, salên dirêj di Meclîsa Dayikên Aştiyê de cih digirt.
Li gorî agahiyên xizmên wê dane; Aliye Tîmûr ji ber nexweşiya dil rakirine nexweşxaneyê û li wir krîza dil derbas kir. Hat zanîn ku tevî mudaxileyan jî Aliyê Tîmûrê jiyana xwe ji dest da.
Hat zanîn ku cenazeyê Aliye Tîmûrê rakirine Saziya Tipa Edlî ya Silêmaniyê. Hat diyarkirin ku piştî prosedûrên fermî, dê cenazeyê Aliye Tîmûrê bînin Colemêrgê û li vir bê definkirin.







