Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan ku 12ê Gulanê de li Sêwregê wesayît lê qelibî û bi giranî birîndar bû li nexweşxaneya dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Sêwreg a Rihayê di 12ê Gulanê de wesayît li dayika Aştiyê Zekiye Ayhan (74) qelibî. Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan li nexweşxaneya ku 16 roj in lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Cenazeya Zekiye Ayhan wê sibê li Sêwregê li goristana Nato piştî nimêja nîvro bê definkirin.