• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tulay Hatîmogullari: Pêvajo derbasî merhaleyeke nû bû

    Tulay Hatîmogullari: Pêvajo derbasî merhaleyeke nû bû

    Xwebûn bi manşeta ‘Komara Şaran’ derket

    Xwebûn bi manşeta ‘Komara Şaran’ derket

    Gerîla ji bo silametiya pêvajoyê ji Tirkiyeyê vedikêşe

    ROJEVA 27Ê COTMEHA 2025AN

    Li Enqereyê Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê vebû

    Li Enqereyê Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê vebû

    Çapemeniya cîhanê eleqe nîşanî daxuyaniya gerîla da

    Çapemeniya cîhanê eleqe nîşanî daxuyaniya gerîla da

    Kendal Mîtra: Gava me stratejîk e

    Kendal Mîtra: Gava me stratejîk e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Tulay Hatîmogullari: Pêvajo derbasî merhaleyeke nû bû

    Tulay Hatîmogullari: Pêvajo derbasî merhaleyeke nû bû

    Xwebûn bi manşeta ‘Komara Şaran’ derket

    Xwebûn bi manşeta ‘Komara Şaran’ derket

    Gerîla ji bo silametiya pêvajoyê ji Tirkiyeyê vedikêşe

    ROJEVA 27Ê COTMEHA 2025AN

    Li Enqereyê Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê vebû

    Li Enqereyê Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê vebû

    Çapemeniya cîhanê eleqe nîşanî daxuyaniya gerîla da

    Çapemeniya cîhanê eleqe nîşanî daxuyaniya gerîla da

    Kendal Mîtra: Gava me stratejîk e

    Kendal Mîtra: Gava me stratejîk e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayika ku pirtûka kurê xwe îmze kir: Em dixwazin êdî aştî pêk were

Amed / AW

27 COTMEH 2025 - 08:45
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Amed – Dayika Roger Sozdar, Sebîhe Aggoz ji bo ku kurê xwe yê li Fransayê di sirgunê de ye li Pêşengeha Pirtûkan a Amedê pirtûka kurê xwe îmze kir û wiha got: “Niha pêvajoya aştiyê heye em dixwazin aştî were êdî bila zarokên me werin cem me.”

9emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ku bi hevkariya YEW-KURD, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, DTSO û TUYAP Fûarcilikê di 18ê Cotmehê de li Navenda Kongre û Fûarê ya Mezopotamyayê ya Navneteweyî dest pê kir duh bi dawî bû. Pirtûka nivîskar Roger Sozdar a bi navê “Tirs” ku ji weşanên “Bêjingê” derketiye jî li pêşengehê cihê xwe girt. Lê ji ber Roger Sozdar ji ber fikirên xwe niha bi xwişka xwe re li Fransayê li sirgunê ye nekarî li fûarê cih bigire û pirtûka xwe îmze bike. Ji ber vê yekê dayika Roger Sozdar, Sebîhe Aggoz pirtûka kurê xwe bi mora tilîyê îmze kir. Sebîhe Aggoz ku di pêşengehê de bala xwîneran kişand, rewşa zarokên xwe ji ajansa me re vegot û bal kişand ser pêvajoya “Aştî û civaka demokratîk.”

‘Zarokên min ji bo kurdbûyîna xwe sirgun in’

Dayîka nivîskar Roger Sozdar, Sebîhe Aggoz da zanîn ku keç û kurên wê niha li Fransayê sirgunê ne. Sebîhe Aggoz anî ziman ku zarokên vê ji ber kurdbûyîna xwe, zimanê xwe di sirgunê de ne û wiha got: “Pirtûka kurê min Roger derketiye. Roger ji xwe li vir nîn e ji ber wê ez hatime. Zarokên min ji bo kurdbûyîna xwe ji bo zimanê xwe sirgun in. Zarokên min Kurd nebûna, zimanê wan qedexe nebûya sirgun nedibûn. Niha pêvajoya aştiyê heye em dixwazin aştî were, êdî bila zarokên me werin cem me. Em pişta xwe bi dewleta Tirkiyeyê re girênadin gelek caran em xapandine, zextên xwe li ser me nebirîne. Zarokên me ketin girtîgehê, keça min kete girtîgehê, çend salan di girtîgehê de bû ez xwedî li zaroka wê derketim, biçûk bû min xwedî kir. Keça min paşê derket çû Fransayê zaroka xwe nû bir cem xwe.”

‘Aştî divê teqez bê cih û em zarokên xwe bibînin’

Sebîhe Aggoz ku bal kişand li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk xwest aştî pêk were û di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: “Çavên me li aştiyê ye, aştî çêbibe dê zarokên me bên cem me. Ez niha tenê me kesekî li gel min tune ye aştî divê teqez pêk were û em zarokên xwe bibînin. Em jî çend sal in çû ne lê belê ez dixwazim li welatê xwe, li ser axa xwe ligel zarokên xwe bijîm.”

‘Ez ê pê mohra tilîka xwe pirtûka kurê xwe mohr dikim’

Dayîka Roger Sozdar Sebîhe Aggoz ji bo îmze kirina kurê xwe serbilindatiya xwe anî ziman. Sebîhe Aggoz diyar kir ji ber kurê li sirgunê ye neçar maye pirtûka kurê xwe îmze bike û wiha pê de çû: “Ez pirtûka Roger îmze dikim ez pir serbilindim lê min dixwest bila Roger îmze kiribûya ez jî li kêleka wî rûniştibûma. Îro Roger li vir nîn e lê ez li vir im ez ê pirtûka xwe îmze bikim. Lê ez ne Tirkî dizanim, ne jî îmzeyê dizanim. Ez pê mohra tiliya xwe îmze dikim. Ez ji bo xwesteka zarokên xwe li vir im îmzeyê diavêjim pir kêfxweşim lê ez dixwazim zarokên min werin li derdora min kom bin bese êdî dilê me jan dide, dilê me dişewite. Em ji bo wê îro li vir in.”

‘Divê em dayik bibin yek’

Sebîhe Aggoz dawiya axaftina xwe de ji bo piştgiriya pêvajo ya Aştî û Civaka Demokratîk banga li dayikan kir û wiha got: “Bangawaziya min ji bo hemû dayikan e divê hemû bibin yek êdî bes e bila xwîn nerije, bila hesirên çavên dayikan nerijin, hêsir di çavên dayikan de neman. Ez bi xwe jî dayika du şehîdan im, dayika gerîlayekî me, du zarokên min li sirgunê ne ez naxwazim ku xwîn birije. Bila ne êdî dayikên gerîlayan bigirîn ne jî dayikên polîs û leşkeran. Cîgera me çawa dişewite ya wan jî wisa dişewite. Em dixwazin êdî bila aşitî çêbibe, bila biratî were welatê me em bi hev re bibin bira, em bi hev re bijîn em aşitiyê dixwazin. Îro ez niha li vir im ez serbilind im, serfirazim ez bi tevahî zarokên xwe re serbilind û serfiraz im. Ez saya zarokên xwe û saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro li vir im.”

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Etîket: Fuara Pirtukan a AmedePêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkPirtûka TirsRoger SozdarSebîhe Aggoz
FacebookTweet

Nûçeyên Din

‘Nêrînên rasterast ên birêz Ocalan bandorê li pêvajoyê dike’

‘Nêrînên rasterast ên birêz Ocalan bandorê li pêvajoyê dike’

24 COTMEH 2025
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

23 COTMEH 2025
Encamnameya Konferansa Dayikên Aştiyê: Bila zû birêz Ocalan azad bibe

Encamnameya Konferansa Dayikên Aştiyê: Bila zû birêz Ocalan azad bibe

19 COTMEH 2025
Konferansa Dayikên Aştiyê sibê dest pê dike: Mijar aştî û azadî ye

Konferansa Dayikên Aştiyê sibê dest pê dike: Mijar aştî û azadî ye

17 COTMEH 2025
Tunç: 27 sal in li dijî aştiyê komplo û tecrîd berdewam dike

Tunç: 27 sal in li dijî aştiyê komplo û tecrîd berdewam dike

8 COTMEH 2025
29 sal in bi hesreta vegera gundê xwe dijî: Divê dewlet lêborînê bixwaze

29 sal in bi hesreta vegera gundê xwe dijî: Divê dewlet lêborînê bixwaze

30 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (446)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne