• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Pirsûsê 11 kes hatin binçavkirin

    Li Pirsûsê 11 kes hatin binçavkirin

    Ji Gelê Kurd peyam: Hûn nikarin 60 milyon Kurd bêstatu bihêlin

    Ji Gelê Kurd peyam: Hûn nikarin 60 milyon Kurd bêstatu bihêlin

    Keskîn Bayindir: Heta statuya Rojava mîsoger nebe em ê li ser pêyan bin

    Keskîn Bayindir: Heta statuya Rojava mîsoger nebe em ê li ser pêyan bin

    Ebdî û Barzanî pêvînayiş kerd

    General Mazlum Ebdî û Mesûd Barzanî bi telefonê axivîn

    Gelê Şengal û Mexmûrê: Rojava yekîtiya neteweyî ava kir

    Gelê Şengal û Mexmûrê: Rojava yekîtiya neteweyî ava kir

    Li Cîhanê çalakiyên Rojava: Bijî berxwedana Kobanê TÊ NÛKIRIN

    Kurdên cihanê bûn yek dil: Bijî berxwedana Rojava HATE NÛKIRIN

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Dayikên Aştiyê bang kirin: Divê dewlet gavên şênber biavêje

Mêrdîn / AW

7 NÎSAN 2025 - 16:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

MEBYA-DER û Dayikên Aştiyê li Qoserê daxuyanî dan û destnîşan kirin ku li bendê ne dewlet ji bo banga Abdullah Ocalan gavên pratîk biavêje.

Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER) û Meclisa Dayikên Aştiyê têkildarî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Qoserê ya Mêrdînê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Em şer naxwazin, aştiyê dixwazin” berz kirin.

‘Em dixwazin azad bijîn’

Ji Dayikên Aştiyê Tenzîle Agatay diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û got: “Em bang li dewletê dikin; Serokê me destê aştiyê dirêj kir. Em dixwazin dewlet jî bi vî destî bigire. Em dixwazin tecrîda li ser Serok bê rakirin û girtî bên berdan. Em naxwazin zêdetir mirin çêbibin. Dixwazin hêsirên çavên dayikan bisekinin.”

Dayika Aştiyê Rabîa Kurtay jî anî ziman ku ji bo hevdîtinên tên kirin bigihijin encamê divê dewlet gavan biavêje û got: “Bila her kes destê xwe deyne ser wijdana da ku ev pêvajo bi awayekî birûmet bi ser keve. Em dixwazin bi hev re azad bijîn.”

‘Divê gavên şênber biavêjin’

Hevseroka MEBYA-DERê Gurbet Tekîn jî destnîşan kir ku tevî banga Abdullah Ocalan jî AKP û dewletê hêja tu gav neavêtine û got: “Li rexekî banga aştiyê û li rexa din domandina şer nayê qebûlkirin. PKKê bi bangê re agirbest ragihand. Lê dewletê her roj êriş domandin û komkujiyan dike. Dayikên me 50 sal in êş dikişînin. Bila tu dayikên din van êşan nekişînin. Hêvî û baweriya me heye. Ev tenê bi axaftinê nabe. Em dixwazin bikevin nava pratîkê. Em ji birêz Ocalan bawerin. Wî gavekî erênî avêt. Ev ji bo Rojhilata Navîn, Kurdan û her kesî firsendeke. Em ê bi Rêbertiya azad, civaka demokratîk xwe birêxistin bikin. Em ê her tim li kolan û qadan bin.”

‘Aştî wezîfeyek nayê lipaşxistin’

Kekê yek ji kadroyên pêşeng ên PKKê Ferhat Kurtay û endamê MEBYA-DER’ê Mehmet Ferît Kurtay jî daxuyand ku daxwaza aştiyê ya gelê Kurd û Tirk û gelên Rojhilata Navîn êdî divê neyê taloqkirin û wiha got: “Aştî ne nîşaneya dayina tawîzan ne jî nîşaneya qelsiyê ye. Aştî, pêşeroja gelên Kurd û Tirk e. Ji bo ev firsenda dîrokî neyê pûçkirin divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire û piştgiriyê bidin diyalog û muzakereyan.”

Etîket: Abdullah OcalanBanga Aştiyê û Civaka DemokratîkDayikên Aştiyê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Ocalan: Şer ne çareserî ye, çareserî diyalog e

Ocalan: Şer ne çareserî ye, çareserî diyalog e

1 SIBAT 2026
Ji duh heta îro Rojavayê Kurdistanê: Têkbirina înkarê parastina ax û hebûnê ye

Ji duh heta îro Rojavayê Kurdistanê: Têkbirina înkarê parastina ax û hebûnê ye

1 SIBAT 2026
Dayikên Aştiyê li ber Balyozxaneya Îngîltere bang kirin: Dayik şer naxwazin

Dayikên Aştiyê li ber Balyozxaneya Îngîltere bang kirin: Dayik şer naxwazin

26 ÇILE 2026
Hevpeyvîna Ocalan a bi rojnamegerê Amerîkî re hate weşandin

Hevpeyvîna Ocalan a bi rojnamegerê Amerîkî re hate weşandin

24 ÇILE 2026
Girtekên Îmraliyê: Ocalan ji bo me çi dibêje, çi nabêje?

Girtekên Îmraliyê: Ocalan ji bo me çi dibêje, çi nabêje?

24 ÇILE 2026
Abdullah Ocalan: Tifaqa Kurd û Tirk divê li gorî dîrokê be

Abdullah Ocalan: Tifaqa Kurd û Tirk divê li gorî dîrokê be

24 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (42)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne