• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Aştiyê bang kirin: Divê dewlet gavên şênber biavêje

Mêrdîn / AW

7 NÎSAN 2025 - 16:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

MEBYA-DER û Dayikên Aştiyê li Qoserê daxuyanî dan û destnîşan kirin ku li bendê ne dewlet ji bo banga Abdullah Ocalan gavên pratîk biavêje.

Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER) û Meclisa Dayikên Aştiyê têkildarî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Qoserê ya Mêrdînê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Em şer naxwazin, aştiyê dixwazin” berz kirin.

‘Em dixwazin azad bijîn’

Ji Dayikên Aştiyê Tenzîle Agatay diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û got: “Em bang li dewletê dikin; Serokê me destê aştiyê dirêj kir. Em dixwazin dewlet jî bi vî destî bigire. Em dixwazin tecrîda li ser Serok bê rakirin û girtî bên berdan. Em naxwazin zêdetir mirin çêbibin. Dixwazin hêsirên çavên dayikan bisekinin.”

Dayika Aştiyê Rabîa Kurtay jî anî ziman ku ji bo hevdîtinên tên kirin bigihijin encamê divê dewlet gavan biavêje û got: “Bila her kes destê xwe deyne ser wijdana da ku ev pêvajo bi awayekî birûmet bi ser keve. Em dixwazin bi hev re azad bijîn.”

‘Divê gavên şênber biavêjin’

Hevseroka MEBYA-DERê Gurbet Tekîn jî destnîşan kir ku tevî banga Abdullah Ocalan jî AKP û dewletê hêja tu gav neavêtine û got: “Li rexekî banga aştiyê û li rexa din domandina şer nayê qebûlkirin. PKKê bi bangê re agirbest ragihand. Lê dewletê her roj êriş domandin û komkujiyan dike. Dayikên me 50 sal in êş dikişînin. Bila tu dayikên din van êşan nekişînin. Hêvî û baweriya me heye. Ev tenê bi axaftinê nabe. Em dixwazin bikevin nava pratîkê. Em ji birêz Ocalan bawerin. Wî gavekî erênî avêt. Ev ji bo Rojhilata Navîn, Kurdan û her kesî firsendeke. Em ê bi Rêbertiya azad, civaka demokratîk xwe birêxistin bikin. Em ê her tim li kolan û qadan bin.”

‘Aştî wezîfeyek nayê lipaşxistin’

Kekê yek ji kadroyên pêşeng ên PKKê Ferhat Kurtay û endamê MEBYA-DER’ê Mehmet Ferît Kurtay jî daxuyand ku daxwaza aştiyê ya gelê Kurd û Tirk û gelên Rojhilata Navîn êdî divê neyê taloqkirin û wiha got: “Aştî ne nîşaneya dayina tawîzan ne jî nîşaneya qelsiyê ye. Aştî, pêşeroja gelên Kurd û Tirk e. Ji bo ev firsenda dîrokî neyê pûçkirin divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire û piştgiriyê bidin diyalog û muzakereyan.”

Etîket: Abdullah OcalanBanga Aştiyê û Civaka DemokratîkDayikên Aştiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

28 HEZÎRAN 2026
Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

28 HEZÎRAN 2026
Di Mitînga Azadiyê de wêneyên Ocalan hate vekirin

Di Mitînga Azadiyê de wêneyên Ocalan hate vekirin

28 HEZÎRAN 2026
Otomatik taslak

Botanî bi dîlana azadiyê ber bi Amedê ve ketin rê

28 HEZÎRAN 2026
Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe  Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe
Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

27 HEZÎRAN 2026
Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin

Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin

27 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tirkiyeyê ji bo gundên Zaxoyê qedexeyên OHALê ragihand!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (815)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne