Êlih – Dayikên Aştiyê yên Êlihê Zekiye Mecît û Hûriye Acar têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku salek bi ser re derbas bû diyar kirin ku dewletê hê jî tu gavên şênber neavêtine û wiha gotin: “Niha jî dibêjin em ê hin tiştan bihêlin piştî cejnê. Eger ku bi rastî nêzîkî vê pêvajoyê bibin dikarin beriya cejnê jî gelek tiştan pêk bînin.”
Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 27ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin, salek li pey xwe hişt. Di nava vê salê de bi pêvajoyê re gelek tişt hatin guhertin û pêvajoyê rê li ber gelek tiştên nû vekir. Piştî ku pêvajo hate destpêkirin Tevgera Azadiyê ya Kurd di vê pêvajoyê de xwe fesih kir û çekên xwe şewitandin. Dû re hêzên xwe ji qadên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê vekişiyan. Lê heta niha dewleta Tirk ji xeynî Komîsyona ku li Meclisê ava kiriye tu gaveke şênber neavêtiye.
Dayikên Aştiyê yên Êlihê Zekiye Mecît û Hûriye Acar têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” destnîşan kirin ku tevî salek di ser pêvajoyê re derbas bûye jî dewleta Tirk hêj jî bi awayekî şênber gav neavêtiye û diyar kirin ku dewlet bi xapandinê nêzîkî pêvajoyê dibe.
Dayika bi navê Zekiye Mecît anî ziman ku armanca dewleta Tirk ne meşandina pêvajoyê ye û anî ziman ku tevî saleke pêvajo destpêkiriye jî dewletê hêj gaveke şênber neavêtiye. Zekiye Mecît diyar kir ku ew aştiyeke mayînde dixwazin û wiha got: “Heta niha çi ketibe ser milê Serokatî kiriye. Salek di ser peyama Serok re derbas bû dewleta Tirk hê jî pevajoyê bi paş dixe. Em li benda aştiyê bûn, êrişê Rojava kirin. Ew aştiyê naxwazin, aştî li cem wan nîne. Heta Serokê me bernedin, em ê dest ji doza xwe bernedin. Gava ku Serok biavêje, ew gava aştiyê ye. Çawa ku Serok û partî baweriya xwe bi aştiyê tînin, em jî baweriya xwe pê tînin. Dewlet bi xapandinê nêzîkê pêvajoyê dibe, kesên li hemberî me tim û tim bi şer tên ser me. Hem Dayikên wan û hem jî gelê wan aştiyê naxwazin, heta niha wan jî gavek neavêtine. Em Dayikên gerîla û şehîdan e, em aştiyê dixwazin. Em şer naxwazin û em Kurd û Tirkan weke hev dibînin. Ev welat firehe têra me teva heye. Me dîl digirin, dikujin û naxwazin em jî bigihêjin mafekî. Rojava çi ji wan kiriye? Tu mal û milkekî wan di nava axa Rojava tune ye. Tang û topên xwe dişînin Rojava û li wir wan di komkujiyan re derbas dikin.”

‘Em naxwazin ku kesek bê kuştin’
Zekiye Mecît di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Bes e bila êdî kezebên Dayikan neşewitin, Dayikên leşker, polîs û gerîla hemû jî Dayik in. Em naxwazin ku kesek bê kuştin. Bese, bila êdî xwîn nerije. Êdî Kurd ne Kurdên berê ne. Hê jî Kobanê di bin dorpêçê de ye, çi ji wan dixwaz in? Nahêlin tiştek ji Kobanê re biçe, li wir zarok birçî dimînin û ji ber sermayê dimirin. Kesên ku aştiyê naxwazin van hukman dikin. Niha jî dibêjin em ê hin tiştan bihêlin piştî cejnê, ku bi rast nêzîkî vê pêvajoyê bibin dikarin beriya cejnê jî gelek tiştan pêk bînin. Lê tevî van nêzîkatiyan jî li her çar aliyên Kurdistanê û li derveyî welat Kurd û dostên wan hemû bûn yek. Bila zanibin ku ew ê nikaribin pêşiyê li Kurdan bigirin. Ger ku şer be jî em ji şer re amade ne, ger ku aştî be em ji aştiyê re jî amade ne.”
‘Bîr û baweriya me bi Serokê me heye’
Dayika Huriye Acar jî diyar ku heta niha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê pêvajoyê ve çi gav avêtibe hemû jî bi zanebûn avêtiye û wiha got: “Bîr û baweriya me bi Serokê me heye. Ger ku Serok tiştek neke, dewleta Tirk tiştek nake. Heta em hebin, em ê li pey Serok bin. Serok şaşî nake, çi dike bi zanebûn dike. Serokên hemû alemê hene divê êdî Serokê me jî di nava gel de be. Em hene 40-50 milyon Kurd, em yek in û yekîtiya me jî heye. Em li pey zarokên xwe û li pey girtiyên xwe ne. Û li pişt şervanên xwe û li pişta Rojava ne jî. Mehekê zêdeye ku Kobanê di bin dorpêçê de ye. Li wir zarok ji birçîbûnê, tîbûnê, serma û ji ber bêderman in dimirin. Hêviya me ew e ku em ê bi qeweta Xwedê teala û bi hêza şervanên xwe em ê biserbikevin. Em naxwazin zarokên tu kesî bêne kuştin. Dema ku teyareyên wan dikevin dîsa jî dilê me li ser wan dişewite û ew bêne kuştin em ê biçin şînên wan jî. Em mirovên bi edalet in û em edaletê dixwazin.”
‘Ji me dikin dîsa em aştî dixwazin’

Huriye Acar bi lêv kir ku di vê pêvajoyê de kesên ku dixwazin xwînê jî birjînin û aştiyê jî dixwazin gelek in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êdî em dixwazin yekîtiya xwe mezintir bikin, em dixwazin bila êdî deriyê zindanan vebibin û bila girtiyên nexweş bêne berdan. Bi hezaran zarokên me di zindanan de hene. Ew jinên delalî belesebeb di zindanan de dîl têne girtin. Jinan çi ji wan kiriye? Ji ber ku em jin in me dîl digirin. Lê em jin çiqas bên girtin jî dîsa em ê li dijî we bin. Dîsa jî em ê li ber xwe bidin û em ê li pişta gelê xwe bin. Em ê heta hetayê li pey doza xwe û Serokê xwe bin. Ew qas nav li dinyayê hene çima Kurdan qebûl nekin? Şeref û îradeya herî mezin bi Kurdan re heye. Em tên kuştin em dibêjin, aştî, em tên girtin dîsa jî em dibêjin aştî, çi li me dikin dîsa em aştî dixwazin.”













