• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Leşkerên Îranê 2 Kurd kuştin

    Leşkerên Îranê 2 Kurd kuştin

    Serdar Balci: Kurdî di teknolojiyê de ‘lal’ e

    Serdar Balci: Kurdî di teknolojiyê de ‘lal’ e

    ROJEVA 16ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 16ê MIJDARA 2025an

    Tuncer Bakirhan: Pêvajo bi yek alî nameşe

    Tuncer Bakirhan: Pêvajo bi yek alî nameşe

    Ji Nobeta Edaletê bangewazî: Xwedî li doza zarokan derkevin

    Ji Nobeta Edaletê bangewazî: Xwedî li doza zarokan derkevin

    Pirtûka ‘Çîrokên jinên di zindanê de’ hat îmzekirin

    Pirtûka ‘Çîrokên jinên di zindanê de’ hat îmzekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Leşkerên Îranê 2 Kurd kuştin

    Leşkerên Îranê 2 Kurd kuştin

    Serdar Balci: Kurdî di teknolojiyê de ‘lal’ e

    Serdar Balci: Kurdî di teknolojiyê de ‘lal’ e

    ROJEVA 16ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 16ê MIJDARA 2025an

    Tuncer Bakirhan: Pêvajo bi yek alî nameşe

    Tuncer Bakirhan: Pêvajo bi yek alî nameşe

    Ji Nobeta Edaletê bangewazî: Xwedî li doza zarokan derkevin

    Ji Nobeta Edaletê bangewazî: Xwedî li doza zarokan derkevin

    Pirtûka ‘Çîrokên jinên di zindanê de’ hat îmzekirin

    Pirtûka ‘Çîrokên jinên di zindanê de’ hat îmzekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Aştiyê êrişên li ser Rojava şermezar kirin

AW

3 KANÛN 2024 - 13:47
Kategorî: ROJANE
A A

Navenda Nûçeyan – Dayikên Şemiyê li Wan û Şirnexê êrîşên komên çeteyan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û ji gelê cîhanê xwestin ku li dijî van êrîşan bêdeng nemînin.

Şirnex

Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Şirnexê li Cizîr û Silopiyayê daxuyanî dan. Meclîsa Dayikên Aştiyê li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Silopiyayê daxuyanî da. Nûner û rêveberên Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partî yên Silopiyayê beşdarî daxuyaniyê bûn. Girseyê di daxuyaniyê de pankarta “Rojava rûmeta me ye” hilgirtin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.Li ser navê Dayikên Aştiyê Asya Tay anî ziman ku dewletên dibêjin mafê mirovan diparêzin û wiha got: “Heke di rastiyê de jî mafê mirovan diparêzin çima li dijî van êrişan bêdengin. Li wir zarok têne kuştin, jin tên kuştin. Gelek kes koçber bûn. Yên mafê mirovan diparêzin bila li vî şerî temaşe nekin. Daxwaza me ji wan û hemû kesan ew ê ku li dijî vî şerî bisekinin û edî şerê li ser welatê me bi dawî bibe.”

‘Em vî şerê li ser axa xwe qebûl nakin’

Emîne Alkiş jî bertek nîşanî bêdengiya dewletên navneteweyî da û wiha got: “Em naxwazin zarokên me bên kuştin. Em vî şerê li ser axa xwe qebûl nakin. Divê hemû dayik li dijî vî şerî rabin ser pîyan.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Dayikên Aştiyê li navçeya Cizîrê jî li ber avahiya DEM Partî ya navçyê daxuyanî da. Rêxistinên DBP û DEM Partî yên navçeyê, parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de berdevka dayikên Aştiyê Ayşe Baytûr axiv û got: “Li ser gelên Rojava û Suriyeyê êrişên dijwar pêk tên. Rojava dilê Kurdistanê ye. Divê hemû kes li dijî van êrişan rabin li ser pêyan. Em weke Dayikên Aştiyê divê edî bila şer bi dawî bibe û aştiyek pêk were.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên, “Bijî aştî” bi dawî bû.

Wan

Li Wanê jî di pêşengiya Meclisa Dayikên Aştiyê de nûnerên saziyên civakî û siyasî bi heman armancê daxuyanî dan. Meclîsa Dayikên Aştiyê li pêş rêxistina DBPê ya Wanê daxûyanî da. Girseyê panqarta “Bi ruhê Kobanê em ê Rojava biparêzin” vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana rojava”, “Bijî berxwedana gelê kurd” berzkirin. Parlementerên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyigît û Zulkîf Ûçar, nûnerên DEM Partî û DBPê aktîvîstên Tevgera Jinên Azad(TJA) û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Li ser navê Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Wanê, Zekiye Kaya axivî. Zekîye Kaya êrişên li ser rojavayê şermezar kir û wiha got: “Çi karê Devleta Tirk li Rojava heye. Çima zilmê li gelan dike. Em her tim aştiyê dixwazin. Em li vir bang hemû devletan û rayedaran dikin. Demildest vî şerî bi dawî bikin”

Pişt re Rabia Algor, berxwedana rojava silav kir û got: “Rojava ne axa Devleta Tirk û DAIŞê ye. Welatê Kurdan e. Bila hemû devlet çavên xwe vekin û li me mêze bikin. Bila zanibin ku me tu carî zulma wan devletan qebûl nekir û em tu carî jî qebûl nakin. Bila hemû kes rabin li ser piyan. Em ê her tim li berxwe bidin.”

Îzmir
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê bi civîneke çapemeniyê li avahiya DEM Partiyê ya Îzmîrê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Li ser navê însiyatîfê Dayika Aştiyê Cemîle Aydin axivî. Cemîle Aydin, da zanîn ku her çend hikûmet soza aştiyê dide jî, ji tayînkirina qeyûmên li şaredariyan, binçavkirin û zext dewam dikin û got: “Ger Erdogan û Bahçelî behsa aştiyê dikin, çima operasyonên xwe didomînin? Bila ji bo berjewendiya gelê tirk û kurd dawî li vê zilmê bînin. “
Etîket: CizîrDayikên AştiyêRojavaSîlopiyaŞirnexWan
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Ji Nobeta Edaletê bangewazî: Xwedî li doza zarokan derkevin

Ji Nobeta Edaletê bangewazî: Xwedî li doza zarokan derkevin

15 MIJDAR 2025
Baroya Wanê geşedanên nû yên derbarê Rojîn Kabaîş de piştrast kir

Baroya Wanê geşedanên nû yên derbarê Rojîn Kabaîş de piştrast kir

13 MIJDAR 2025
Jinan li dijî talana xwezayê berû çandin

Jinan li dijî talana xwezayê berû çandin

13 MIJDAR 2025
Li Cizîrê 2 kes rastî êrîşa çekdarî hat

Li Cizîrê 2 kes rastî êrîşa çekdarî hat

12 MIJDAR 2025
Li Şirnexê starta 25ê Mijdarê bi meşê hat dayîn

Li Şirnexê starta 25ê Mijdarê bi meşê hat dayîn

12 MIJDAR 2025
Bi girseyî serdana şîna Lokman Urun kirin

Bi girseyî serdana şîna Lokman Urun kirin

11 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (241)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne