Dayikên Aştiyê li Edeneyê bi minasebeta 77emîn a rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dar çandin.
Bernameyên pîrozkirina 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakî û bernameyan didome. Li Semta Şakîrpaşa ya Taxa Ovayê ya Edeneyê bi pêşengiya Dayikên Aştiyê ji bo 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dar hatin çandin. Dayikan di çalakiya çandina daran de dilsoziya xwe ya bi Abdullah Ocalan re anîn ziman.













