• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji Kolektîfa Rîtmên Azad strana ‘Em hene’

    Daxwaza berdana A.K., ya 16 salî hate redkirin

    Îran piştî hevdîtina bi Amerîkayê re bi Rûsyayê re civiya

    Îran piştî hevdîtina bi Amerîkayê re bi Rûsyayê re civiya

    Ji ber Kurdî axivîne gefa kuştinê li malbatê hate xwarin

    Ji ber Kurdî axivîne gefa kuştinê li malbatê hate xwarin

    Erebkirina Rojava li têkoşîna gelê Kurd qelibî

    Erebkirina Rojava li têkoşîna gelê Kurd qelibî

    Komeleya Wêjekarên Kurd ji Bozarslan re sersaxî xwest

    Komeleya Wêjekarên Kurd ji Bozarslan re sersaxî xwest

    Li Japonyayê ji ber berfa zêde 46 kes mirin, 558 kes birîndar bûn

    Li Japonyayê ji ber berfa zêde 46 kes mirin, 558 kes birîndar bûn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji Kolektîfa Rîtmên Azad strana ‘Em hene’

    Daxwaza berdana A.K., ya 16 salî hate redkirin

    Îran piştî hevdîtina bi Amerîkayê re bi Rûsyayê re civiya

    Îran piştî hevdîtina bi Amerîkayê re bi Rûsyayê re civiya

    Ji ber Kurdî axivîne gefa kuştinê li malbatê hate xwarin

    Ji ber Kurdî axivîne gefa kuştinê li malbatê hate xwarin

    Erebkirina Rojava li têkoşîna gelê Kurd qelibî

    Erebkirina Rojava li têkoşîna gelê Kurd qelibî

    Komeleya Wêjekarên Kurd ji Bozarslan re sersaxî xwest

    Komeleya Wêjekarên Kurd ji Bozarslan re sersaxî xwest

    Li Japonyayê ji ber berfa zêde 46 kes mirin, 558 kes birîndar bûn

    Li Japonyayê ji ber berfa zêde 46 kes mirin, 558 kes birîndar bûn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bayindir: Bi peymana 29ê Çile Kurd bi awayekî siyasî hatin qebûlkirin

Navenda Nûçeyan / AW

10 SIBAT 2026 - 11:29
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, li ser peymana 29ê Çile ya li Rojava û Sûrî pêkhat nirxandinên girîng kir û destnîşan kir ku peymana 29ê Çile ji bo gelê kurd peymaneke dîrokî ye. Bayindir destnîşan kir ku bi vê peymanê Kurd bi awayekî siyasî hatine qebûlkirin û ev yek di dîroka Kurdan de xwedî cihek girîng e.

Hevserokê Giştî yê Partiya Hêrêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir li ser geşedanên dawî yên li Rojava, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, rola Ocalan di çareseriya pirsgirêkê de û yekîtiya gelê Kurd, bû mêvanê Bernameya Nêrîn ya Stêrk TV û bersiva pirsên rojnameger Mehmet Alî Ertaş û Serdar Altan da. Keskîn Bayindir di bernameyê de nirxandinên girîng kir.

Keskîn Bayindir bal kişand ser rewşa Kobanê û diyar kir ku Kobanê di bin dorpêçê de ye û wiha got: “Her çend peymana 30ê çile hat îmzekirin jî ev dorpêç didome. Ji bo gelê Kurd û pêşeroja Rojava ya herî girîng ew e ku dorpêça li ser Kobanê bi dawî bibe. Ji aliyê hikûmeta Şamê û Tirkiyeyê ve hêj dorpêç nehatiye rakirin. Ev jiyana gelê Kobanê pir dixe zorê. Ji bo dorpêç rabe gelek hewldan hene. Ji bo rakirina dorpêçê niqaş têne kirin. Lê heta niha gaveke erênî nehatiye avêtin. Ev gelê Kurd dixe nava fikaran. Gelê Kurd her tim jibo statuya Kobanê li ser piyan e. Em ê şopdarê bicihanîna xalên peymana 29ê Çile bin.”

‘Dixwaze tolê ji Kobanê hilînin’

Keskîn Bayindir da zanîn ku ji bo deriyê Murşîtpinarê di navbera wan û dewletê de dan û stendin heye û wiha berdewam kir: “Lê her tim dewleta Tirkiyê dixwazin alîkariyê bi rêya deriyên din bişînin. Weke tê zanîn Serêkaniyê di destê SMOyê de ye. Bi vê  rêyê em nizanin ku dê alîkarî bigêjin destê kê. Heta niha desthilata Tirkiyeyê bi awayekî tolhildanê nêzî Kobanê bû û dibe. Dorpêça li ser Kobanê bi her awayî didome. Bi vê astengiyê dixwaze aramî û siberoja Kurdan her tim di xeteriyê de bihêle. Dixwaze her tim siyaseta xwe serdest bike û gelê Kurd mûhtacî xwe bike.”

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku îro bi milyonan Kurd, çav û awirê wan li ser rewşa Kobanê ye û wiha lê zêde kir: “600 hezar mirov di şertên zivistanê yên dijwar de dijîn. Heta niha me xwest bi awayekî muzakereyan dorpêçê rakin, lê heta niha bersîvek baş nedane. Dixwaze tola kula 10 sal berê ku li Kobanê di dilê desthilatê de maye hilîne. Lê gelê kurd êdî vê yekêqebûl nake. Kobanê bi berxwedana xwe û rêveberiya xwe bûye modeleke cîhanî. Ew vê modelê qebûl nakin. Dixwazin tola 2015an bi rê û rêbazê qutkirina av, ceyran û înternetê ji gelê Kobanê hilînin. Niha rewşa Kobanê krîtîk e. Lê çawa gelê Kurd û dostên kurdan di 2015an de bi hawara Kobanê çû, dê niha jî bi hawara Kobanê biçe.”

Bi peymana 29ê Çile Kurd cara yekem ji aliyê siyasî ve hatin qebûlkirin

Keskîn Bayindir peymana 29ê Çile ya di navbera HSDê û hikumeta demkî a Sûrî jî nirxand û wiha axivî: “Ev peyman ji bo tayînkirina qedera gelê Kurd peymaneke dîrokî bû. Sedemên vê yekê hene. Di serî de hêzên herêmî û hêzên neteweyî yên ku li ser axa Sûrî cih digirtin, ji Amarîka heta Franayê, Ji Brîtanyayê heta Tirkiye û dewletên ereban, heta niha HSDê weke hêza leşkerî nasdikirin. Digotin HSD hêzeke li dijî DAIŞê mutefikê me ye. Digotin HSDê di têkbirina DAIŞê de roleke gelek mezin lîstine. Tenê aliyê hêzên leşkerî didîtin. Lê modela rêveberiya xweser nedidîtin, statuya gelê Kurd a siyasî, civakî û aborî nedidîtin. Di hemû şertên zor û zahmet de têkoşîna jibo jiyaneke azad û bi ewle nedidîtin. Vê jiyana rêveberiya xweser û aram zêde ev hêzên navdewletî eleqeder nedikir. Di pêşengtiya jinan û ciwanan de jiyana azad, demokratîk, aram a di bin sîwana Rêveberiya Xweser de nedidîtin. Lê bi peymana 29ê Çile cara yekeme ji aliyê dewletên herêmê û navdewletî ve Tirkiye jî di nav de, ji aliyê aborî, siyastî, civakî û erdnîgarî ve hat qebûlkirin. Bi vê peymanê gelê Kurd ji hêzên leşkerî derbasî hêza siyasî, civakî, aborî û rêveberiyê bûn.”

Keskin Bayindir anî ziman ku şerekî pir dijwar ku komkujiyên mezin dê pêk bihata li pêşiya gelê Kurd hebû û wiha lê zêde kir: “Vê peymanê rê li pêşiya şerê dijwar girt. 60 milyon Kurd li tevahiya cîhanê rabûn ser piyan. Kurd di dîrokê de bi yek rih, yek armanc û yek hestî rabûn ser piyan. Bi vê peymanê gelê Kurd ji şerekî dîrokî xelas bû. Kurd bi vê peymanê bi nasnameya xwe hatin naskirin. Em ê bi hemû hêza xwe hewl bidin ku xalên vê peymanê têxin meriyetê û ji bo ev model jiyanî bibe em ê têbikoşin.”

‘Komploya duyemîn li dijî fikra Rêber Ocalan e’

Keskîn Bayindir bal kişand ser hewldana êrîşên li dijî kurdan jî û wiha got: “Mirov dikare vê hewldana êrîşa li dijî gelê Kurd wekî komploya ku lingê wê yên herêmê û navneteweyî heyî bi nav bike. Hêzên Brîtanyayê bi hewldana Doktrîna Şokê xwestin Rêveberiya Xweser a Rojava têk bibin. Xwestin di nava çend roj û hefteyan de vê modela li Rojava bi ked û têkoşînek mezin û bedelên giran hatiye avakirin têk bibin. Xwestin bi şoqeke mezin vê statuyê têk bibin. Rêber Ocalan jî bi nav kir; ev komploya duyemîn e. Di sala 1999an de li hemberî hebûna Rêber Ocalan komployeke navneteweyî hate li darxistin. Lê di 6ê Çileya 2026an de ev komploya li ser Rojava hat lidarxistin, li ser fikr û felsefeya Rêber Ocalan hat lidarxistin. Lê serkêşiya Rêber Abdullah Ocalan a bênavber û berxwedana gelê kurd ev komplo vala derxist. Lingê wê yêherî girîng hat rûxandin û mecbûr man vê peymana 30ê Çile îmze bikin.”

Kurdan maseya muzakereyê li dar xist

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku bi peymana 30ê Çileyê evcar ne Kurd çûne ser masê, lê yên li hember xwe kişandin ser masê û wiha berdewam kir: “Bi vê peymanê Kurdan hêzên herêmî û navdewletî kişandin ser masê. Hêzên herêmî û navdewletî beşdarî vê peymanê bûn. Tirkiye jî di nav de hêzên navdewletî mecbûr man ku beşdarî vê masê bibin. Rêber Ocalan di nirxandinên xwe de digot; ‘Em ê meseleya kurdan ji sêdarê bikişînin ser masê.’ Bi rastî ev gotina wî di peymana 30ê Çileyê de pêk hat. Rêber Ocalan bi rêbertiya xwe, gelê Kurd jî bi berxwedan û têkoşîna xwe, maseya muzakereyê li dar xist û hikûmeta Şamê, dewleta Tirkiyeyê û hêzên navdewletî mecbûr man li ser vê masê rûniştin û peyman îmze kirin. Divê em jî li vê ked û destkeftiyên kurdan xwedî derkevin û vê pergalê mîsoger bikin.”

‘Rihê yekîtiyê bi keda 52 salan pêş ket’

Keskîn Bayindir li ser Rihê Yekîtiya Kurdan ku li çar aliyê cîhanê derket pêş jî rawestiya û got: “Divê em vê serhildan û yekbûyîna gelê kurd tenê bi hestiyarî bi nav nekin. Ev ne tenê hestek bû. Bingeha vê ya rêxistinî, fikra azadiyê û fikreke dîrokî bû. Rihê yekîtiyê û neteweyî divê em bingeha wê baş bibînin û berfireh şirove bikin. Gelê Kurd di nava van şert û mercên teknîkî yên cîhanê de jî dîsa hestên azadiyê pêş xistiye. Fikra azadiyê ya bi bingeh û bi rêxistinî ye. Ya bi têkoşîna sal bi sal xwe bi rêxistin kiriye. ev jî keda Rêber Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê ya 52 salan e. Yên ku gotinên xwe yên esasî gotin yên li kolanan û di çeperê berxwedanê de bûn. Ev rihê azadiyê yê bi rêxistinkirî bû. Hestên wî jî û fikrên wî jî bi rêxistin bû. Bingeha vê yekê têkoşîna 52 salan e. Têkoşîna gelê Kurd bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan hatin xemilandin. Ji xwe baweriyek mezin heye. Piştî peymana 30ê Çile helwesteke ji xwe bawer di nava gel de derket pêş. Baweriya ku gel karibe qedera xwe diyar bike derket pêş. Em dikarin li ber xwe bidin û encam bigirin. Bê ked, bê têkoşîn û bê xwîdan tu xebat encam nagire.”

‘Divê ev rih sar nebe’

Keskîn Bayindir da zanîn ku 100 sal berê çar mîx li mil û piyê kurdan xistin û wiha got: “Lê Kurd niha dibêjin mîxê li destekî me xistine dilê me diêşîne û rabûye ser piyan. Rêber Abdullah Ocalan dibêjê hêza herî zêde me biparêze, cewherê rêxistina navxweyî ye. Dewletên desthilatdar tu car ji mere nabin balpişt. Nebune balpişt jî. Car bi car qala balpiştiyê dikin jî, lê di dîroka Kurdistanê de balpiştiya ji bo berjewendiya kurdan tune. Dema em vê yekê dibêjin em nabêjin milletên din bikin dijminê xwe. Em berê balpiştiya xwe xurt bikin. Di kaos û qeydana Rojhilata Navîn de yê Kurdan xelas bike têkoşîn û rêxistina gelê kurd e. Em çiqas xwe bi rêxistin bikin, em çiqas yekruhiya xwe pêş bixin, em ê ewqas karibin destkeftî û serkeftina xwe jî mîsoger bikin.”

Keskîn Bayindir li ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan jî rawestiya û got: “Rêber Abdullah Ocalan di ferqa pergalê de ye. Di ferqê de ye ku her tim dixwazin rêbertiya wê lawaz bikin û bê encam bihêlin. Lê tu carî encam negirtine. Navê şerêtaybet guherî ye. Lê pergal nehatiye guhertin. Yên ku me û rêber Ocalan diêşînin ne dewlet e. Lê yê me diêşîne, kesên ku nasnameya wî Kurd e û xwe înkar dike û êrîş dikin me diêşine. Em ji van kesan re dibêjin masiyên di aqvaryûmê de. Bi êmê dewletê xwe xwedî dikin. Bi kiras û rengê cuda derdikevin pêş. Lê gel êdî wan nas dike. Dema em dibêjin Kurd ne T-Kurdên berê ye, Kurd êdî xwe û yên hemberî xwe nas dike. Dema bertek nîşanî tiştekî dike jî encam digire. Gel heta niha gelek pergalên desthilatê têk birin. Gelê me êdî bi zanebûn, rêxistinbûn û pêşdîtinên xwe gihiştiye wê encamê ku dikare hertiştî hesab bike û li gorî wê nêzîk bibe. Gelê Kurd ne bi gotinan baweriyê bi kes û rêxistinan tîne. Gelê Kurd bi pratîk û emelê wan baweriya xwe tîne. Rêber Ocalan di 79an de tespît dike û dibêje ‘Gelê Kurd bi çavê xwe, aqilê xwe û mêzîna xwe baweriya xwe bi tevgera me anî.’ Hin kes hene bi gotinê pir xweş diaxivin. Lê pratîka wan ne wisa ye.”

‘Divê Kurd yekîtiya xwe saz bikin’

Keskîn Bayindir li ser rihê yekîtiyê yê gelê Kurd rawestiya û wiha got: “Rihê yekîtiya gelê Kurd yê herî zêde xwe derxist pêş, rihê Kobanê bû. Ev hest û fikr belav bû û bingeha meha çile derxist holê. Ev rihê ylekîtiyê êdî pêwist e bi pergal û stratejîk be. Ev rih 11 sal in zindî ye. Pêwistî heye ku bi pergal û rêxistin be. Rêber Ocalan gotibû divê Kongreya Neteweya Kurdistan hemû pêkhateyan di bin sîwanekê de kom bike. Rêber Ocalan hîn jî vê yekê israr dike û di manîfestoyê de tîne ziman. Li hemberî vê daxwazê hin tiştê ku em taloq nekin heye. Yek; pêwist e gelê Kurd komîteya yekîtiya alfebeyê ava bike. Divê li ser alfabeyê bibe yek. Disa pêwistiya gelê Kurdistan bi parastina yekpar û yek stratejiyê heye. Dîsa pêwistî bi dîplomosiyek hevpar a destekftiyên Kurd û Kurdistanê biparêze heye. Divê dîplomasiyek hevpar bê avakirin. Divê her kes di bin sîwana kongreya neteweyî de xwe û nirxên xwe biparêze. Parti û rêxistinên kurdan gelek li paş daxwazên civakê ne. Divê berî her tiştî partî di nava civakê de be û li bi civakê re di temasê de be. Rêxistinên ku ne di nava civakê de be û bi her awayî li pişt civakê be, nikare yekîtiya gelê kurd ava bike. Divê êdî partî li gorî berjewendiyên xwe yên patiyê tev negrin.”

‘Ocalan hê jî di bin tecrîdê de ye’

Keskîn Bayindir li ser komploya navnedwletî ya 15ê Sibatê jî rawestiya û got: “27 sal di ser 15ê Sibatê re derbas dibe. Lê birêz Ocalan hîn di şertê tecrîda giran de dijî. Her çend car caran hevdîtin pêk tên jî, lê ji roja ewil heta niha daxwaza gelê Kurd azadiya Rêber Abdullah Ocalan e. Heta niha gelek hedef û armancên stratejîk ên dûr û dirêj hatin bikaranîn. Ji komploya 15ê Sibatê heta niha gelek hedef li ser Ocalan û tevgera Kurd û Kurdistanê hatin plankirin. Lê ev yek bi yek gav bi gav têk çû û vala derketin. Herî dawî pergala herî dîrokî, bi rêxistin û lingê cîhanî jî di navde bû, xwestin statuya Rojava têk bibin. Lê ew jî vala derket. Lê dê her tim hewldanên wan ji bo lawazbûna tevgera azadiyê û têkbirina fikra Rêber Abdullah Ocalan be.  Her tim dixwazin me kurdan bêpergal û bê dost bihêlin. Ev nîşan dide ku komplo ewil li ser hebûna şexsê Rêber Ocalan bû. Lê vê carê komplo li ser fikr û paradîgmaya Rêber Ocalan e. Lê êdî Kurd bi heqîqeta Kurditanê ku gelek bawerî, nasname bi hevre dijîn tev digerin. Gelê Kurd nikare xwe bike wekî Koreya Bakur. Nikare xwe bi tenê bihêle. Dixwazin me bikin wekî Koreya Bakur ku ji cîhanê hatiye tecrîdkirin û îzolekirin bikin. Lê em bawerin bi rêxistinbûyîn û yekbûyîna me ev komplo dê têk biçe. Daxwaza gelê kurd azadiya Rêber Abdullah Ocalan e. di 15ê Sibatê de ji bo azadiya gelê Kurd dê gelê Kurd li qadan meş û civînan pêk bînin.”

 

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Ji Kolektîfa Rîtmên Azad strana ‘Em hene’

Daxwaza berdana A.K., ya 16 salî hate redkirin

10 SIBAT 2026
Îran piştî hevdîtina bi Amerîkayê re bi Rûsyayê re civiya

Îran piştî hevdîtina bi Amerîkayê re bi Rûsyayê re civiya

10 SIBAT 2026
Ji ber Kurdî axivîne gefa kuştinê li malbatê hate xwarin

Ji ber Kurdî axivîne gefa kuştinê li malbatê hate xwarin

10 SIBAT 2026
Erebkirina Rojava li têkoşîna gelê Kurd qelibî

Erebkirina Rojava li têkoşîna gelê Kurd qelibî

10 SIBAT 2026
Komeleya Wêjekarên Kurd ji Bozarslan re sersaxî xwest

Komeleya Wêjekarên Kurd ji Bozarslan re sersaxî xwest

10 SIBAT 2026
Li Japonyayê ji ber berfa zêde 46 kes mirin, 558 kes birîndar bûn

Li Japonyayê ji ber berfa zêde 46 kes mirin, 558 kes birîndar bûn

10 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (372)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne