Rêxistinên DEM Partî û DBPê yên Amedê têkildarî pêvajoya heyî meş li dar xistin û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatiye destpêkirin nebe qurbana hesabên biçûk.
Rêxistinên DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Bajarê Amedê û navçeyên wan têkildarî pêvajoya heyî meş li dar xistin û daxuyanî dan. Hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Bajêr jî di nav de girseyek qelebalix ji ber Ceylan AVM heta ber avahiya DEM Partiyê ya Bajêr a li semta Gazîlera meş li dar xistin. Meş li ber avahiya DEM bi dawî bû û girse li vir ji aliyê girseya sekinîbû ve hat pêşwazîkirin.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, rêveberên DBP, DEM Partî, aktîvîstên TJAyê, hevşaredarên navçeyên Amedê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Çareserî cidiyetê dixwaze” vekirin.
‘Divê ev pêvajoya diyalogê nebe qurbanê hesabê biçûk’
Hevserokê DEM Partiya Amedê Abbas Şahîn daxuyanî da û diyar kir ku ew desteserkirina hevşaredarên Akdenîzê û encumenan qebûl nakin û ji aliyekî ve axaftina aştiyê û ji aliyêk ve jî hewldana danîna qeyûman nayê qebûlkirin. Abbas Şahîn bi bîr xist ku bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinek hatiye kirin û ev pêvajoya tê axaftin divê nebe qurbanê hesabên biçûk û xwest ev pêvajoya hevdîtinan bi rêk û pêk bi rê ve biçe. Abbas Şahîn bang li Serokkomar Tayyîp Erdogan ku îro li Amedê ye jî kir û xwest ku niyeta xwe ya der barê vê pêvajoya tê birêvebirin de eşkere bike.