Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Dê cenazeyê Mustafa Mesut Tekîk saet di 13.00an de ji bo defin bikin ji Stenbolê bişînin Êlihê.
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Tekîk ku rakirin Nexweşaneya Siyamî Ersek a Stenbolê, tevî mudaxileyan jî nehate xelaskirin. Dê cenazeyê Mustafa Mesut Tekîk saet di 13.00an de ji bo defin bikin ji Stenbolê bişînin Êlihê. Dê cenaze li Êlihê bê definkirin.
Xwişka Tekîk, rojnameger Gulistan Tara jî di 22ê Tebaxa 2024an de li bajarê Silêmaniyeyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê di encama êrişa bi SÎHA ya dewleta tirk de hatibû kuştin.