Enqere – Nivîskar û rojnameger Huseyîn Aykol ê ku di 14ê cotmehê de xwîn rijiyaye ser mêjiyê wî, hîn li beşa lênihêrîna awarte ya nexweşxaneyê tê dermankirin. Bijîşkan diyar kir ku dê duşemê xwînê ji Huseyîn Aykol bigirin.
Yek ji mamosteyên Çapemeniya Azad rojnameger Huseyîn Aykol di 14ê Cotmehê de xwîn rijiya ser mejiyê wî. Huseyîn Aykan 11 roj in li beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sîncanê ya Enqereyê tê dermankirin. Huseyîn Aykol ku li nexweşxaneyê 2 caran emeliyat bû rewşa wî ya xeternak hîn jî didome. Ji ber dermankirinê enfeksiyon girtiye, bijîşkan dest bikaranîna dermanên antîbiyotîk jî kirin. Bijîşkan diyar kir ku dê duşemê testa xwînê bikin da ku qonaxa enfeksiyonê tespit bikin. Bijîşkan destnîşan kirin ku rewşa xeternek a Huseyîn Aykol jî berdewam dike.
Serdanên nexweşxaneya ku Huseyîn Aykol lê tê dermankirin didome. Endamên parlamentoyê, digel gelek rewşenbîr, rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan û hezkiriyên Huseyîn Aykol jî serdana wî dikin.













