• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    DEM Partiyê li Îzmirê dest bi perwerdehiya kurdî kir

    DEM Partiyê li Îzmirê dest bi perwerdehiya kurdî kir

    Ji mîtînga Wanê re çend saet man

    Ji mîtînga Wanê re çend saet man

    ‘Wê tu carî rêya xwe şaş nekir’

    ‘Wê tu carî rêya xwe şaş nekir’

    ROJEVA 23ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 23ê TEBAXA 2025an

    Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatin bibîranîn

    Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatin bibîranîn

    Li Stenbolê zincîra aştiyê hate avakirin

    Li Stenbolê zincîra aştiyê hate avakirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    DEM Partiyê li Îzmirê dest bi perwerdehiya kurdî kir

    DEM Partiyê li Îzmirê dest bi perwerdehiya kurdî kir

    Ji mîtînga Wanê re çend saet man

    Ji mîtînga Wanê re çend saet man

    ‘Wê tu carî rêya xwe şaş nekir’

    ‘Wê tu carî rêya xwe şaş nekir’

    ROJEVA 23ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 23ê TEBAXA 2025an

    Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatin bibîranîn

    Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatin bibîranîn

    Li Stenbolê zincîra aştiyê hate avakirin

    Li Stenbolê zincîra aştiyê hate avakirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dê ji Wezîrê Dadê re name bişînin

Mehmet Alî Ertaş / AW

23 TEBAX 2025 - 10:00
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Endama înîsiyatifa Parêzerên Sûriyeyê Parêzer Rofend Xelef, der barê kampanya ku di 20ê Tebaxê de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane destpêkirin kir û dê ji Serokkomarê Tirkiyeyê û Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê re name bişînin û bixwazin tecrîdê bi dawî bikin û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.

Di 10ê Cotmeha 2023an de li 74 navendan ji aliyê dostên Kurdan ve pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re Statu” hatibû destpêkirin. Di demek kurt de ev pêngav li tevahiya cîhanê belav bû. Di çarçoveya vê pêngavê de bi milyonan îmze hatin komkirin Pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komî hatin xwendin. Meş û mîtîngên girseyî hatin lidarxistin. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk di 5ê Hezîrana 2025an de Forma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) li ser asta navneteweyî kampanya “Ez dixwazim bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” dan desetpêkirin.

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan têkildarî kampanyaya  “Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” di 20ê Tebaxê de strata kampanya îmzeyan da destpêkirin. Înîsiyatif dê bi beşdariya akademîsyen, siyasetmedar, parazvanên mafên mirovan, oldar û serokên eşîran, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmzeyan kom bikin.

Endama Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan Parêzer Rofend Xelef, têkildarî kampanya îmzeyan ku dane destpêkirin agahî bi Ajansa Welat re parve kir. Rofend Xelef anî ziman ku wan ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20ê Tebaxê de kampanya îmzeyan dane destpêkirin û wiha got: “Li cîhanê kampanya ‘Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ hatiye destpêkirin. Me jî xwest beşdarî vê kampanyayê bibin. Me sînorê vê kampanyayê diyar nekiriye. Me diyar nekiriye ku dê kengî bi dawî bibe. Heta ku pêngava me bigêje armanca xwe, dê ev kampanya bidome. Armanca vê kampanyayê em dixwazin bi Serok re hevdîtinê bikin. Ya din jî em dixwazin tecrîd û zextên li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Rêber Abdullah Ocalan banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Li hemberî vê gavê ji bo dewleta Tirk zûtirîn gavên şênber bavêje, em dixwazin bi vê kampanyayê zextan li ser dewleta tirk bikin. Ji bo li Tirkiyeyê bêtir edalet, demokrasî û aştî pêş bikeve divê dewleta tirk gavên şênber bavêje.”

Dê nameyan ji Saziyên cîhanê re bişînin

Rofend Xelef anî ziman ku ew ê nameyan ji saziyên cîhanî re bişînin û got: “Em ê nameyekê ji Serokkomarê Tirkiyeyê re bişînin. Ji bo gavan bavêjin û pirsgirêka Kurd çareser bikin em ê zextan li ser wan jî bikin. Em ê nameyekê ji Meclisa Ewropa re jî bişînin. Dîsa em ê ji Neteweyên Yekbûyî re jî bişînin. Em ê ji Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê re jî namayekê jî bişînin.”

Rofend Xelef da zanîn ku di nava vê kampanyayê de nivîskar, rewşenbîr, hikûqnas, parazvanên mafên mirovan, serokên eşîran û kesên hatine hilbijartin jîî hene û wiha lê zêde kir: “Em di van nameyan de daxwazên xwe dinivîsin û em dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin. Bandora Rêber Abdullah Ocalan hem li ser gelê Kurd û hem jî li ser hemû gelê Tirkiye û Rojhilata Navîn zêde ye. Ew mifteya çareseriya pirsgirêkan e. Bi azadiya wî ya fizîkî dê pirsgirêk çareser bibin.”

Rofend Xelf herî dawî da zanîn ku xebatên wan tenê ji vê kampanyayê pêk nayê û wiha bi dawî kir: Em ê dîsa gelek semîner û hevdîtinan amade bikin. Ji bo em balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan em ê gelek civîn û semînaran pêk bînin. Em ê li ser rakirina tecrîdê niqaşana bikin. Piştî em îmzeyan kom bikin em ê bi rêya nameyan ji CPT, NY, Wezîrê Dadê û gelek saziyên navdewletî re bişînin.”

 

FacebookTweet

Nûçeyên Din

DEM Partiyê li Îzmirê dest bi perwerdehiya kurdî kir

DEM Partiyê li Îzmirê dest bi perwerdehiya kurdî kir

23 TEBAX 2025
Ji mîtînga Wanê re çend saet man

Ji mîtînga Wanê re çend saet man

23 TEBAX 2025
‘Wê tu carî rêya xwe şaş nekir’

‘Wê tu carî rêya xwe şaş nekir’

23 TEBAX 2025
Li Belçîkayê mihrîcana çanda kurd

Li Belçîkayê mihrîcana çanda kurd

23 TEBAX 2025
Zanîngeha yekemîn: Dêra Mor Yakûp

Zanîngeha yekemîn: Dêra Mor Yakûp

23 TEBAX 2025
ROJEVA 23ê TEBAXA 2025an

ROJEVA 23ê TEBAXA 2025an

23 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (334)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne