Komîsyona Ekolojiyê ya Şaredariya Peyasê li devera Çemê Reş berûyan berhev kir û dê ev berûyên berhevkirî li Peyasê bên çandin.
Şaredariya Peyasê bi xebatên xwe yên ekolojîk balê dikişîne ser xwe. Komîsyona Ekolojiyê ya şaredariyê û endamên meclîsa şaredariyê û xebatkarên Gerînendetiya Park û Baxçeyan çûn devera Çemê Reş a bi ser navçeya Çinarê ve û 4 hezar berû ji nav daran berhev kirin.
Ev berûyên berhevkirî wê li gund û taxên di nav sînorê navçeya Peyasê de bên çandin. Armanc ew e ku darên berûyê yên ji avbariya xwezayî sûdê werdigirin û ekosîstema xwezayî dewlemendtir bikin.
Komîsyona Ekolojiyê diyar kir ku ew bi biryarî xebatên xwe yên ji bo şînkirina bajarê bidomînin û got: “Em dixwazin hem gelê me, hem jî hemû zindiyên di xwezayê de ji van hewldanan sûdê bigirin û em beşdarî çerxa xwezayî bibin.”














