Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê li avahiya xwe ya Pêyasê sersaxiya ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureya Onder qebûl kir. Dê şîn 3 rojan bidome.
Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Parlementerê Stenbolê Sirri Sûreya Onder di 15 Nîsanê de krîza dil derbas kir û piştî 18 rojan di 3yê Gulanê de jiyana xwe dest da. Rêxistina DEM Partiyê li gelek bajaran şîn danî. Li Amedê jî Rêxistina DEM Partiyê li avahiya xwe ji bo 3 rojan şîn danî. Hevserokên DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer Abbas Şahîn sersaxiya gel qebûl kir. Di sersaxiyê de endam û rêveberên DEM Partî, DBPê, Hevşaredarên navçeyan, nûnerên saziyên civakî, dayîkên aştiyê û gelek welatî amade bûn
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer diyar kir ku Sirri Sûreya Onder hemû emrê xwe bi têkoşîna ji bo aştiyê derbas kir û got: “Sirri Sûreya Onder bi têkoşîna xwe dê tu carî nemire, Dê her tim di nava têkoşîna me de bijî.”
Hevserokê DBPê yê Amedê Ahmet Dogan jî xemgîniya xwe anî ziman û got: “Ev salên dirêj Sirri Sûreya Onder ji bo aştiyê têdikoşiya. Gelek kesan ji bo azadiya gel jiyana xwe feda kir. Sirri Sûreya Onder jî yêk ji wan bû. Em tu carî Sirri Sûreya Onder bîrnakin. Em ê doz û têkoşîna wî mezin bikin. Bila serê gelê Kurd sax be.”
Şîn dê 3 rojan bidome.