Li Silopya gel ji bo bertekê nîşan bide li ber avahiya DEDAŞê kom bû û daxuyanî da.
Li Şirnex û navçeyên wê ji aliyê DEDAŞê ve jo bo welatiyan û keyayên gundan bi sedan mîlyon TL ceza hatiye birîn. Her wiha fatûreyên elektrîkê gihîştiys astek wisa ku êdî welatî nekarin deyne elektrîka xwe bidin. Li navçeya Silopya endam û rêveberên partiyên siyasî û bi sedan welatî li ber avahiya DEDAŞê kom bûn û bertek nîşanî pêkanînên DEDAŞê yên bêhiqûqî dan.
Welatiyên li ber deriyê DEDAŞê kom bûn diyar kirin ku DEDAŞ gel weke diz nîşan dide lê ew bi xwe diziyê dikin.
Serokê Komeleya Girik-Derê Abdûlazîz Okten jî da zanîn ku DEDAŞ zilmê li gelê herêmê dike.