Bi deh hezaran kesan cenazeyê endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî Sirri Sureyya Onder li goristana Zîncîrlîkuyu ya Şîşliyê bi dirûşmeya “Şehîd namirin” spartin axê.
Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder ku 18 rojan li nexweşxaneyê Florence Nightingale dihat tedawî kirin saet di 16.10an ê 3yê Gulanê de koça dawî kir. Îro ji bo Sirri Sureyya Onder bernameya bi bîranîne hat li darxistin û piştrê jî li mizgefta Barbaros a navçeya Şîşlî ya Stenbolê nimêja cenaze kirin. Bi 10 hezaran kes jî li ber mizgeftê kom bûn.
Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş, Serokê CHPê Ozgur Ozel, Kemal Kiliçdaroglu, Ahmet Davutoglu, Cigirê Serokê Giştî yê AKPê Omer Çelîk, hunermend, siyasetmedar û gelek kes tevlî merasîma cenazê ya mizgeftê bûn. Her wiha gelek çeleng jî ji bo cenazeyê hatibûn şandin. Girseya li ber mizgeftê kom bibûn bê navber dirûşmeyên, “Şehîd namirin” berzkirin. Piştî nimêja li cenaze, darbesta Sirri Sureyya Onder birin Goristana Zîncîrlikuyuyê. Dema cenazê bi rêket girseyê bi yek dengî dirûşmeya, “Şehîd namirin berzkirin”. Hevserokên Giştî yên DEM Partî û parlamenter li pêş wesayita cenazê bi girseyî heta Goristana Zîncîrlîkuyu meşiyan. Bi deh hezaran kesên li Goristana Zîncîrlikuyu kom bûn, bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” cenazeyê Sirri Sureyya Onder spartin axê.