Hevberdevkên Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê Sevtap Akdag û Mehmet Bozgeyîk bi lêv kirin ku ew dê bi daxwaza nan û aştiyê di 1ê Gulanê de li hemû bajaran li qadan bin û bang li welatiyan kirin ku li qadan bi hev re daxwazên xwe mezin bikin.
Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê tekildarî bernamey ji bo 1ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê bi diruşmeya, “Ji bo nan, aştî û edaletê bi hev re ber bi 1ê Gulanê ve” li navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyanî da. Hevberdevkên Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê Mehmet Bozgeyîk û Sevtap Akdag metna daxuyaniyê xwendin.
‘Polîtîkayên şer xizaniyê kûr dikin’
Di serî Sevtap Akdağ axivî û bi lêv kir ku ew îsal dê ji bo nan, edalet û aştiyê li qadan bin û wiha domand: “Her ku diçe şerê emperyalîstan kûr dibe û kriz û xîzanî zêde dibe. Li rex vê yekê berxwedana gelan jî mezin dibe. Polîtikayên şer xizaniyê mezin dike û kedê bêqîmet dike. Her wiha hêviya aştiyê jî qels dike. Li cihê ku şer hebe pêşeroja gelan jî tarî dibe. Ji bo wê daxwaza aştiyê parastina kedê ye. Ji bo wê em ê îsal bi daxwaza aştiyê jî li qadan bin. Sînorê birçîbûnê ji 30 hezar TLyî borî ye. Lê mişê kêmtirîn welatiyan ber bi xîzaniyê ve dibe û hemû kedkar di xîzaniyê de wekehev dike.”
‘Em dê bo jin, kedkar û Kurdan li qadan bin’
Em ê têkoşîna xwe ya li dijî kesên çav berdanê nanê me mezintir bikin. Daxwaza me ya nan jî dê li qadan be. Her wiha keda jinan nedîtî ve tê dîtin. Li dijî vê jî em ê bi hemû daxwazên azadiya jinan li qadan bin. Em ê ji bo daxwazên edalet û aştiyê yên gelê Kurd jî li qadan bin. Em ê li hemû bajaran li qadan bin. Werin em bi hev re daxwaza aştî û azadiyê bilindtir bikin.”
‘Divê qada Taksîmê ji karkeran re vebe’
Mehmet Bozgeyîk jî bi lêv kir ku ew dê di 1ê Gulanê de bi karkeran re werin cem hev û wiha pê de çû: “Em dê bi hemû daxwazên xwe li qadan bin. Dema 1ê Gulan tê gotin Qada Taksîmê tê bîra mirov. Lê mixabin ew heşmendiya qedexekar 23 sal in qedexeya Taksîmê didomîne. Em bang li desthilatê dikin ku qada Taksîmê ji karkeran re vebikin. Ez careke din hemû gelen me ji bo bilindkirina daxwazan vedixwînim qadan.”














