Enqere – Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê dema Enver Kiliçarslanê ji doza “Hîzbullahê” ceza girtibû diaxivî bertek nîşanî gotinên wî da û komîsyon terk kir.
Rûniştina 2an a civîna 11an a Komîsyona Demokrasî, Xwişk û Biratî û Hevgirtina Mîllî ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclisê hatibû avakirin bi guhdarkirina waqif û komeleyên li herême berdewam dikir. Rêveberê Komeleya Tevgera Îslamî ya Teblîg (İTTİHAD) Enver Kiliçarslan jî di civînê de hat guhdarkirin.
Enver Kiliç Arslan dema diaxivî qala çalakiyên PKKê kir û kiryarên Hizbûllahê reva kir. Piştre jî qala bûyerên Vartînîsê kir. Li ser vê yekê Cigirê Serokê MHPê Fethî Yildiz bertek nişan da û got ku tu nikarê heqeretê polis û lêşkeran bikî. Piştre jî DEM Partiyê bertek nişan da û got ku tu “Domuzbaxciyî” tu kî yî ku em bi te re aştiyê bikin û civîn terk kir.