Rêxistina DEM Partiyê ya Narlîdereyê, derbarê zext û gefên polîsan ên li ser Hevserokê navçeya Narlidereyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hewildanên “hevkariya bi zorê” “û “polîtikayên sîxurkirinê” bêrûmetkirina îradeya gelan e.
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê derbarê sê polîsên ku daxwaziya sixurkirinê li Hevserokê navçeya Narlidereyê kirine daxuyaniyek da. Gelek welatî, nûnerên saziyên sivîl tevli daxuyaniyê bûn. Daxuyanî Hevserokê DEM Partiyê ya Îzmîrê Selçuk Odabaşi xwend.
Selçûk Odabaşi diyar kir ku sê polîsan bêyî tu biryara dozgeriyê an jî bangeke fermî, daxwaza ‘hevdîtineke nefermî’ ji Hevserokê Navçeyê kirine û got: “Di dema vê hevdîtinê de bi eşkereyî gef, zext û rêbazên bêrûmetkirinê hatine bikaranîn. Li ser hevserokê me hatiye ferzkirin ku ‘hevkariyê’ bike; gef lê hatiye xwarin ku eger hevkariyê neke, dê îdîayên bêbingeh û li dijî exlaq bixin rojevê.”
‘Ev hewldan li dijî destûra bingehîn e’
Selçûk Odabaşi destnîşan kir ku ev ne bûyereke ji rêzê ye û armanc jê “çavtirsandina mûxalefeta civakî” ye û got: “Heke lêpirsîneke fermî hebe, rêya wê diyar e. Ji derveyî vê, peywendiyên nefermî û hevdîtinên bi zext, di pergala hiquqê de ne rewa ne. Ev kiryar mafê rêxistinbûnê, azadiya îfadeyê û prensîba bêsuciyê ya ku di bin garantiya Destûra Bingehîn de ne, bi eşkereyî binpê dikin.”
Sê daxwazên sereke yên DEM Partiyê
Selçûk Odabaşi ji bo çareserkirina vê rewşa derqanûnî, sê daxwazên sereke rêzkir:
*Divê bûyer bi awayekî serbixwe û bibandor bê lêpirsîn.
*Divê der barê peywirdarên ku wezîfeya xwe xirab bikar anîne de doz were vekirin.
*Divê dawî li rêbazên nefermî û zextên li ser xebatên siyasî were anîn.
Piştî daxuyaniyê Parlementerê DEM Partiyê a Îzmîrê Îbrahîm Akin jî axivî û destnîşan kir ku berê jî mînakên van bûyeran gelek caran dîtine û diyar kir ku di qonaxeke wiha de ku em behsa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikin, pêkanîna van tiştan bi tu awayî nayê qebûlkirin û got: “Wisa dixuye ku di nav dewletê de hinek hêz li gorî serê xwe di nav plan û bernameyan de ne û dixwazin bi van kiryarên xwe zirarê bidin siyaseta me ya demokratîk.”
Îbrahim Akin dawiya axaftina xwe de bang li Midûriyeta Ewlehiyê, Walîtî û Wezîrê Karên Hundir kir û got: Wezîfeya xwe bi cih bînin. Hejmarên telefonê yên van kesan di destê me de ne, şahidên me hene; divê demildest derbarê van kesan de lêpirsîn bête destpêkirin û divê bûyereke wiha careke din neqewime. Em li Tirkiyeyê partiya sêyemîn in ku dixwazin bi hemû welatiyan re, li ser bingeha siyaseta demokratîk, bi awayekî wekhev û azad xebatên xwe bimeşînin. Em ê tu carî rê nedin ku ev rewş bi vî rengî berdewam bike û em vê yekê qebûl nakin.”














