Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û rayedarên AKPê li hev kom bûn û dest bi hevdîtinê kirin.
Hevdîtina Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan a li Meclisê ya bi rayedarên AKPê re dest pê kir. Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî di hevdîtinê de cih girtin. Şandeya DEM Partiyê ji hêla Serokwekîlê Giştî yê AKPê Efkan Ala, Serokwekîlên Koma AKPê, Berdevkê AKPê Omer Çelîk, Abdullah Guler û Ozlem Zengîn ve hate pêşwazîkirin.