DEM Partî û MHP, bi minasebeta Cejna Qurbanê serdanên navendên partiyên hev kirin û cejna hev pîroz kirin. Partiyan di serdanê de gotin: “Cihê çareseriyê meclis e.”
MHPê di çarçoveya serdanên Cejna Qurbanê de li Balgatê serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kir. Şandeya DEM Partiyê ku Mehmet Ruştu Tiryaki, Zeyno Bayramoglu û Îhsan Seylan pêk dihat û şandteya MHPê Sadir Durmaz, Devlet Bahçeli Doç. Dr. Esma Ozdaşli û Şahin Kartal serdana cejnê qebûl kirin. Şandeyên partiyan di serdanê de xwestin partiyên din jî berpirsiyarê bidin ser milên xwe û gotin Cihê çareseriyê meclis e.