DEM Partî, di çarçoveya serdanên Cejna Remezanê de bi partiyên siyasî re hate cem he. Di serdanên cejnê de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bû mijara sereke û hate xwestin ku gavên qanûnî zû bên avêtin.
Serdanên Cejna Remezanê di navbera partiyên siyasî de didomin. Heyeta DEM Partiyê serdana xwe ya yekem li MHPê kir. Di nav heyetê de Alîkarê Hevserokên Giştî Yuksel Mutlu, Parlementera Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û Endama Meclîsa Partiyê Gulbahar Gunduz cih girtin. Heyet ji hêla Alîkara Serokê Giştî ya MHPê Zuhal Topcu, Koordînatorê Rêberên Siyasî Turan Şahîn û Şêwirmendê Serokê Giştî Ozgur Bayraktar ve hate pêşwazî kirin. Serdanê nêzîkî 20 deqîqe dom kir.
MHPê jî Serdana DEM Partiyê kir
DEM Partiyê di heman demê de li navenda partiyê heyete MHPê jî pêşwazî kir. Di nav heyeta MHPê de Alîkarê Serokê Giştî Sadîr Durmaz, Serşêwirmend û Endama MYKyê Esma Ozdaşli û Endamê MYKê Şahîn Kartal cih girtin. Heyeta MHPê ji aliyê Alîkarê Hevserokên Giştî Ozturk Turkdogan, Parlamenterê Mersînê Alî Bozan û Endama PMê Zeyno Bayramoglu ve hate pêşwazî kirin.
Rojev pêvajo bû
Ozturk Turkdogan xêrhatina mêvanên xwe kir û hêviya ku cej bibe wesîleya aştiyê anî ziman. Turkdogan pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk bi bîr xist û diyar kir ku ew li bendê ne di zûtirîn demê de gavên qanûnî bên avêtin. Paşê Sadîr Durmaz jî axivî û bal kişand ser peyamên Devlet Bahçelî. Durmaz bi gotinên “hiqûqa biratîyê” re diyar kir ku ew ji bo xurtkirina têkiliyên civakî dixebitin.
Partiya Gelecekê serdana DEM Partiyê kir
Piştî MHPê, heyeta Gelecek Partiyê jî serdana DEM Partiyê kir. Heyeta ji Rumî Bekiroglu û Alper Alkan pêk dihat ji hêla Alîkarê Hevserokên Giştî Ozturk Turkdogan, Parlamenterê Mersînê Alî Bozan û Endama PMê Zeyno Bayramoglu ve hate pêşwazî kirin. Di hevdîtinê de girîngiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hate destnîşan kirin û her du aliyan jî peyama piştgiriyê û di zûtirîn demê de derxistina zagonan destnîşan kir.
Heyeta DEM Partiyê, piştî serdana MHPê, serdana Navenda Giştî ya Partiya Gelecekê kir. Heyet ji aliyê Alîkarê Serokê Giştî Ferhat Esener ve hate pêşwazî kirin. Heyeta DEM Partiyê dê piştre jî Serdana CHPê bike û di heman demê de heyeta CHPê li navenda xwe pêşwazî bike.

















