• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    ROJEVA 26ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 7ê ADARa 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    ROJEVA 26ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 7ê ADARa 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DEM Partiyê hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê parve kir

Navenda Nûçeyan /AW

28 ÇILE 2025 - 16:06
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de gotiye; “Mijûlkirina di çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê de, mezintirîn xerabiya li gelên Tirkiyeyê ye.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di civîna koma partiya xwe ya li Meclisê de bertek nîşanî cezayê li Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş hatiye birîn da û got: “Ev biryar, êriş û derbeyeke eşkere ya li dijî vîna gel û demokrasiya herêmî ye.”

Hûrguliyên hevdîtinê

Tulay Hatîmogûllari, têkildarî hevdîtina duyemîn a li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hatiye kirin jî vegot: “Gelo di hevdîtina li Îmraliyê de çi hate axaftin? Beguman nexşerêya ji hevdîtina Îmraliyê derketî, ji hêla gelên me ve tê mereqkirin. Beriya hûrgiliyên vê hevdîtinê vebêjim, dixwazim bibêjim ku silavên birêz Ocalan ji bo hemû welatiyan hene. Birêz Ocalan di hevdîtinê de gotiye ‘xebatên min berdewam in.’ Birêz Ocalan, diyar kir ku di serdemeke dîrokî de ne ku krîzên kûrewî, herêmî û neteweyî li ser hev zêde bûne. Birêz Ocalan gotiye; ‘Mijûlkirina di çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê de, mezintirîn xerabiya li gelên Tirkiyeyê ye.’

Rêya parastina civaka Tirkiyeyê û gelên herêmê ya li dijî van krîzan diyar e. Banga birêz Ocalan zelal e. Dixwaze Tirkiyeyê derbasî zemîna demokrasiyê bike û ev yek tekane çareseriya rizgariya ji krîzan e. Birêz Ocalan di vê çarçoveyê de dixwaze ku meseleyê ji zemîna pevçûn û tundiyê derbasî zemîna hiqûq û demokrasiyê bike. Ev yek biisrar dubare kiriye. Mîna birêz Ocalan jî di hevdîtina dawî de gotiye; hevgirtin şirîkatiyên di van qonaxên dîrokî yên krîtîk de, ji bo çareseriyê dê gelek sûdewer bin. Di hevdîtina 22’yê Çileyê de birêz Ocalan diyar kir ku çareseriya mayinde ya pirsgirêkê bi rêya demokratîk û hiqûqê pêkan e. Birêz Ocalan bi taybet jî li ser van xisûsan sekinî ye; her tim fikara bekayê diafirînin, xweha eniya kedkar û karkeran ji bo polîtîkayên ewlehiyê tê xerckirin, xizanî zêde dibe, bêhiqûqî êdî bûye mijareke jirêzê, kedxwarî zêde bûye, dijminatiya li jin û zarokan zêde bûye û got ku ew amade ye li dijî vê xitimînê nexşerêyekê amade bike.

Anî ziman ku ew amade ye ji bo Tirkiye ji tevahiya prangayên xwe rizgar bibe zemîna xelasiyê amade bike. Belê, em jî dibêjin ku di vê serdema girîng a dîrokî de divê Tirkiye ji hemû prangayên xwe xelas bibe.

Birêz Ocalan di hevdîtina bi şandeya me re de got ku heke nêzikatiya Bahçelî û ya aqilê dewletê bibin yek, dikarin bibin wesîleya aştiyê. Divê îktîdar jî êdî gavên baweriyê çêdikin biavêje. Divê îradeya çareseriyeke xurt nîşan bide.

Aştî li ser zemîna êriş û rageşiyê ava nabe. AKP bi sala ye vê dike û ev yek jî zirarê dide hêviya aştî û demokrasiyê. Di demeke banga destûra bingehîn a nû dikin de xwe dispêrin pirtûka sor a MGK’ê ku weke destûra bingehîn a veşarî tê zanîn. Bi vê helwestê demokrasî nayê. Ev sed sal in ji ber vê hewldana tepisandinê me gelek êş kişandin. Êdî divê wiha nebe.

Em dengê aştiyê bilind bikin

Banga me ji bo her kesên demokrasiyê dixwazin ev e; ji DEM Partiyê bawer bin. Tevahiya gelên Tirkiyeyê êdî heq dikin ku bêhnê bistînin. Em tevek jî ji şer û pevçûnan, ji cihêkariyê westiyan. Lewma girîng e ku Tirkiye vê pêvajoyê jidest nede. Bi taybet jî erk û berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê muxalefetê. Werin em bi hevre xwedî li aştiyê derkevin û dengê aştiyê bilindtir bikin.

Rêya çareseriyê mutabateke nû ye

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê niha tundî û pevçûnên berfireh hene. Mixabin sivîl hedef tên girtin. Çeteyên Artêşa Netewî ya Sûriyeyê ku bi pereyan şer dikin, kesên nobeta aştiyê dikin qetil dikin. Wan bi xwe ev sûcê xwe yê li dijî mirovahiyê parve kirin. Êrişên van çeteyan ên li ser sivîlên li Bendava Tişrînê û derdora wê, li dijî hiqûqa navneteweyî ye.

Statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin

Divê Tirkiye tavilê dawî li pevçûên bi destê SMO’yê didomîne bi dawî bike. Divê ji bo pêşketina pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê sûdewer be. Em bang dikin ku tavilê zemîna muzakere û diyalogê bê amadekirin. Heke Nûnera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Serokkomarê Fransayê re hevdîtinê bike, ma çima bi yê Tirkiyeyê re neke? Mesele, heke Îlham Ehmed li Parlamentoya Ingilistanê hevdîtinan bike, ma çima li Tirkiyeyê neke? Tekane rêya rizgariya Sûriyeyê, mutabeqeta civakî ya nû ye. Çareserî, naskirina statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Çareseriya destûra bingehîn a demokratîk, misogeriya hemû gel û baweriyan e.

Di 20’ê Çileyê de li Sûriyeyê bûyereke biêş qewimî. Akademîsyena Elewî Dr. Rahşa El Alî li Humsê hate revandin û piştre cenazeyê wê hate dîtin. Hatibû îşkencekirin, tiliyên wê hatibûn jêkirin. Tekane rêya pêşîlêgirtina van komkujiyan, avakirina Sûriyeya demokratîk e.

Har cara ku deriyên Îmraliyê tên vekirin, israra aştî û demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê mezin dibe. Hêza tu kesî têr nake ku vê hêviyê tune bike. Em ê bi hev re bi awayekî xurt xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Dem ne dema gotina ‘ez bisekinim, temaşe bikim, bibînim, li mala xwe rûnim û netêkoşim’ nîne. Berevajî vê, divê em tevek bi hemû hêza xwe bixebitin. Ji bo aştiyeke birûmet em ê bi şev û roj bixebitin. Ev têkoşîn teqez dê bi ser keve.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

7 ADAR 2026
Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

7 ADAR 2026
Serokkomarê Îranê: Em dest ji enerjiya atomî bernadin!

Pezeşkiyan lêborîn xwest: Me biryar da ku em êrişî cîranan nekin

7 ADAR 2026
Şerê Îranê belavî Rojhilatê Kurdistanê û Iraqê dibe

Şerê Îranê belavî Rojhilatê Kurdistanê û Iraqê dibe

7 ADAR 2026
Lîga Ereban dê êrişên Îranê nîqaş bike

Lîga Ereban dê êrişên Îranê nîqaş bike

7 ADAR 2026
Bafil Talabanî: Divê Kurdistan nebe cihê şer

Bafil Talabanî: Divê Kurdistan nebe cihê şer

7 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ferman kuştina Kurdan da

    Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ferman kuştina Kurdan da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Di girtîgehên Îranê de jineke Têkoşer a Kurd: Şîrîn Elemhûlî – 2

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinan bang kirin: Peymana Stenbolê jinûve îmze bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Pêşenga rewşenbiriya Kurd: Mestûre Erdelanî -1

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jiyaneke bi têkoşîn û berxwedanê hatiye honandin: Kumrî Akgul

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan danezanek ji bo 8ê Adarê amade kir HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (257)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne