DEM Partiyê ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li gelek bajaran şîn danî.
Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder di 3yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Li gelek bajaran ji bo Onder şîn hate danîn. Rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan şînên hatine danîn bi girseyî ziyaret kirin.
Riha
Li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê jî şîn hate danîn. Pankarteke wêneyê Sirri Sureyya Onder li ser bû jî bi avahiya partiyê ve hate daliqandin. Ji saetên serê sibehê ve gelek kes hatin serdana şînê. Şîn dê heta roja çarşemê bidome.
Şirnex
Şînên li Şirnex û navçeyên wê hatine danîn jî bi girseyî hatin ziyaretkirin. Dengbêj Fadîle Aytîş ku tev li şîna li navçeya Silopiyayê bû, wêneyê Onder hilgirt û zêmar got. Dema Fadîle Aytîşê zêmar digot, gelek kes giriyan.