Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê li navçeya Peyasê civîna gel li dar xist. Di civînê de têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, geşedanên li Rojava û komploya 15ê Sibatê nirxandin hatin kirin.
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Amedê (DEM Partî) ya Amedê li Mala Şînê ya Çêrmûgiyan civîna gel li dar xist. Endam û rêveberên DEM Partiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayîkên Aştiyê û şêniyên Taxên Firat, Talaytepe, Aştî û Mezopotamyayê tev li civînê bûn.
‘Desthilat bi awayekî cidî nêzî pêvajoyê nabe’
Civîn ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, geşedanên li Rojava û komploya 15ê Sibatê nirxandin hatin kirin û welatiyan têkildarî mijarên hatin nirxandin pirs kirin.
Welatiyan diyar kirin ku desthilat bi awayekî cidî nêzî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” nabe û xwestin ku gavên pêwîst bên avêtin. Civîn piştî pirs, bersivan û nirxandinan ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.














