Nûçegihanê ajansa me Nedîm Orûç ku dema duh li navçeya Cizîrê ya Şirnexê nûçe dişopand ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatibû binçavkirin. Dema binçavkirinê ya Nedîm Orûç rojekê hate dirêjkirin.
Nûçegihanê ajansa me Nedîm Orûç ku dema duh li Taxa Nûr a navçeya Cizîrê ya Şirnexê nûçe dişopand ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatibû binçavkirin. Polîsan Nedîm Orûç di saetên serê sibê de bêyî ku îfadeya wî bigirin biribûn Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. Dema binçavkirinê ya Nedîm Orûç rojekê hate dirêjkirin. Hate zanîn ku derbarê dosyaya Nedîm Orûç de ji bo 24 saetan biryara sînordarkirina parêzeran û biryara nepenîtiyê hatiye dayîn.








