ÎHD, OHD û Baroya Şirnexê ji bo Mafê Hêviyê daxuyanî dan û xwest Tirkiye demildest biryara DMMEyê pêk bîne.
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), bi tevlêbûna ÎHD, Baroya Şirnexê, DEM Partî, DBP û endamên saziyên civaka sivîl û welatiyan li Kolana Hunerê ya navçeya Cizîrê meşiyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Endamê OHDê Parêzer Sabrî Çatikkaş li vir daxuyanî da. Sabrî Çatikkaş serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 2003an bi bîr xist û wiha axivî: “Di sala 2003yan de parêzerên birêz Abdullah Ocalan li dijî biryara di derheqê wî de hatibû dayîn li ser xala sêyemîn a bi navê îşkence û miameleya xerab serlêdan kirin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpa ya li ser vê serlêdanê 18ê Adara 2014an biryara xwe da û got ‘Bêyî mafê berdana bimerc cezayê heta hetayê yê zindankirinê ya di derheqê birêz Ocalan de di çarçoveya Mafê Hêviyê de li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Li dijî Tirkiyê ev biryara ewil bû ku behsa mafê hêviyê dike. Piştî vê biryarê salên dîtir di derheqê Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Ciwan Boltan de jî di çarçoveya mafê hêvîyê de biryarên îxlalê derketin.”