Dengbêj Mihemedê Nenyasî yê ku di erdheja 6ê Sibatê de li Amedê jiyana xwe ji dest dabû li Mala Dengbêjan hat bibîranîn.
Mala Dengbêjan a li navçeya Sûrê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û malbata Dengbêj Mihemedê Nenyasî, ew di salvegera mirina wî de bi bîr anî. Di çarçoveye bernameya bîranînê de mewlûd hat dayîn. Malbata Mihemedê Nenyasî, gelek dengbêj û welatî tev li bîranînê bûn.
Mewlûd piştî diayan bi dawî bû.





















