Di vê salê de li Rojava yê Kurdistanê di nava malbatek welatparêz û zana de ji dayîk dibe. Hîna di zaroktiya xwe de li dibistanê pir jîr û serkeftî ye.
Hinek mirov hene şopa xwe li dîrokê dihêlin û destanekê li dû xwe dihêlin. Bê gûman Evdilmelîk Şêxbekir jî yek ji van kesan e.
Ev bû demeke dengek di guhê min deye, qet dernakeve. Dengekî pir tenik, pir zelal, pir zirav û efsûnî. Wêneyê wî li ber çavê min û dengê wî di guhê min deye. Dikim nakim dernakeve. Bi taybet dema min li dîmenê dayika Êdê û xwişka wî Samer temaşe kir, min êdî ev nivîs ji xwere wek peywir dît. Ji bo qedirdayîna ked û jiyana wî dixwazim çend gotinan li ser binivîsînim. Niha ez vê nivîsê dinivîsim jî dibe hevalê min û dilê min bi dengê xwe yî efsûnî mest dike.
Dengê ku ez bahs dikim, dengê ku ez dêjim nemir e û di heman demê de jî efsûnî ye, dengê Evdilmelîk Şêxbekir e. Ev deng ji dilê Rojava yê Kurdistan ê, ji Amûdê mîna rojekê hiltê û li hemû Kurdistanê belav dibe. Werin em bi hevre vî dengê nemir nas bikin.
1968:
Di vê salê de li Rojava yê Kurdistanê di nava malbatek welatparêz û zana de ji dayîk dibe. Hîna di zaroktiya xwe de li dibistanê pir jîr û serkeftî ye. Di ciwantiya xwe de hemû ciwan û hevalan li derdora xwe kom dike û gelek kesî re hevaltiyê dike. Piştî dibistana serateyî, navîn û lîse yê tevlî azmûnê zanîngehê dibe û bi serkeftî derbas dike û dikare dest bi bijîşkî yê ango doktoriyê bike.
1987:
Ji ber ku dixwaze li derveyî welat bixwîne, tê Tirkiyê dixwaze tevlî azmûnên zanîngehê ji bo beşa bijîşkî yê bibe. Li vir dîsa zîrektiya xwe xuya dike û di nava demek nêzîk de fêrî zimanê tirkî dibe.
1988:
Di vê salê de bi temenê 19 salî Zanîngeha Hacettepe qezenç dike. Her çiqas ji bo wî zanist û dermankirina bedena mirovan armancek pîroz be jî, wî dixwest herwiha bi dengê xwe derûniya gelê xwe jî derman bike. Wî dixwest bi deng û awazê xwe ji êş û azarên gelê Kurdistanê re jî bibe derman.
Di sala 1988 de bi hinek hevalên xwe yî zanîngehê re „Koma Amed“ ava dike û xebatên çandî dimeşînin.
1990:
Di vê salê de Evdilmelîk Şêxbekir derbasî zanîngeha Stenbolê dibe û xwendina xwe li wir didomîne. Di heman sale de dîsa ji bo karên hunerî vedigere Enqerê û li vir bi hevalên xwere bi alîkariya aborî ya Şerafettin Elçî albûma yekem ya Koma Amed ya bi navê „Kulîlka Azadî“ derdixînin.
Piştî xebata stûdyo ji bo belavkirina albûmê qaset tê kopyakirin û wisa li her deveran belav dibe. Di vê albûmê de Evdilmelîk stranên bi navê ‚Kulîlka Azadî‘, ‚Rindê‘, ‚Qîza Helepçe‘, ‚Berî her tiştî Kurdim‘ dibêje.
Di heman demê de wergerekî bir zîreke û gelek stranan werdigerîne zimanê Kurdî. Strana „Çaw Bela“ yekem car ji aliyê Evdilmelîk tê wergerandin û xwendin. Her wiha strana „Kulîlka Azadî“ jî wergerandiye Kurdî. Her stranek ku Evdilmelîk destê xwe dida yê çîrokek wê hebû.
1991:
Di wan salan de zextên li ser Kurdan pir zêde bû. Bi taybet jî li ser xwendekaran. Piştî derxistina albûmê Evdilmelîk Şêxbekir gelek caran tê binçavkirin û girtin. Ji ber ku ev girtin û binçavkirin her ku diçe zêde dibe, Evdilmelîk berê xwe dide çiyan. Ew êdî ne tenê Hozan û Hunermendek, ew herwiha bûbû êdî şoreşgerek û navê Dr. Cûma girtibû. Ew êdî bûbû doktorê çiyan û hevalan.
1992:
Sed mixabin di sala 1992 de li Mereşê li çiyayên Engîzek ê dikeve nav refên nemiran û berbi bê dawîbûnê ve difire. Xatir ji cîhanê dixwaze û mîrateyek ji çiyan mezintir li dû xwe dihêle.
Hinek mirov henin qet namirin. Em ê biçin, em ê bimrin, lê dengê wî qet namire û ew ê herdem li cîhanê hebin. Hinek mirov hene şopa xwe li dîrokê dihêlin û destanekê li dû xwe dihêlin. Bê gûman Evdilmelîk Şêxbekir jî yek ji van kesan e. Dil dixwest ku mirov karîba jiyana te bikira pirtûkek û ked û jiyana te li hemû cîhanê belav bikira.
Hevalê min, birayê min, rêhevalê min, hozanê min, hunermendê min, xwediyê dengê efsûnî, dengê melekan, wê dengê te, awaza te, ew ê herdem hebe. Hinek deng henin bê-deng nabin. Hinek mirov henin qet namirin. Hinek stran henin qet bi dawî nabin. Tu jî wisa ye.







