Der barê Midûrê Otêla Le Meridien Sînan Udil û Midûrê Ewlehiyê Osman Gunduz Bora Ogurlu de di çarçoveya lêpirsîna Îmamoglû de biryara binçavkirinê hat dayîn.
Berfirehkirina lêpirsîna Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglû ku niha girtî ye berdewam dike. Der barê Midûrê Otêla Le Meridien Sînan Udil û Midûrê Ewlehiyê Osman Gunduz Bora Ogurlu de di çarçoveya lêpirsîna Îmamoglû de biryara binçavkirinê hat dayîn. Hat zanîn ku Îmamoglû civînên xwe li vê otelê li dar xistiye. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê têkildarî mijdarê daxuyanî da û got ku der barê her du kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn.