Der barê nûçegihana JINNEWSê Oznûr Deger de ku li ber heqareta zayendperest a polîs rabû, lêpirsîn hate destpêkirin.
Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dema êrişên Tirkiyeyê û koma wê ya paramîlîter SMOyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, ji hêla SÎHAya Tirkiyeyê ve hatin kuştin. Di dema serdana şîna Cîhan Bîlgîn a li navçeya Midyada Mêrdînê de polîsekî heqaretên zayenperest li nûçegihana JINNEWSê Oznûr Deger kir. Li ser vê yekê rojnameger Oznûr Deger jî li ber heqaretê rabû û bertek nîşan da. Ji ber vê yekê derheqê Deger de lêpirsîn hate destpêkirin.
Walîtiya Mêrdînê jî têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û ragihand ku der barê rojnameger Oznûr Deger de bi îdiaya “Heqaret li xebatkarê cemaweriyê kiriye” lêpirsîn hatiye destpêkirin. Hat zanîn ku kesên nasnameyên wan nediyar li ser hesabên medyaya dijîtal gef li Oznûr Deger xwarine û hedef nîşan dane.
MKGê nerazîbûn nîşan da
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) jî têkildarî mijarê daxuyanî da û got: “Em pergala ku heqaretên zayenperest ceza nake lê rojnameger heqaret lê tê kirin ceza dike qebûl nakin. Em li gel hevala xwe ne.”