Derbarê girtiyê nexweşê giran Siddik Guler ê 85 salî de biryara berdanê hate dayîn.
Derbarê girtiyê nexweşê giran Siddik Guler ê 85 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê tê ragirtin de biryara berdanê hate dayîn. Parêzerên Guler, ji bo ew sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) were kirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê dabû.
Guler di 20ê Hezîranê de sewqî ATKê hatibû kirin. Lijneya Îxtîsasê ya 11emîn a ATKê rapora xwe ya têkildarî mûayeneya Siddik Guler di 27ê Hezîranê amade kir. Lijneyê rewşa nexweşiya Siddik Guler li ber çavan girt û rapora “Nikara bi tena serê xwe bijî” amade kir.
Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê jî di 3yê Hezîranê de bi nivîsekê têkildarî rewşa Siddik Guler ji Midûriyeta Polîsan a Alîşan a li navçeya Peyas a Amedê pirsa “Ji bo civakê xeter e” kir. Midûriyeta polîsan jî îro bersiva dozger da û diyar kir ku Siddik Guler “Ji bo civakê ne xetere ye”.
Li ser vê yekê dozger derbarê berdana Siddik Guler de biryara berdanê da. Biryara berdana Siddik Guler gihişt girtîgehê. Tê payîn ku Siddik Guler di saetên pêş de were berdan.