Bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dijîtal derbarê rojnamevan Medîne Mamedoglû de lêpirsîn hat destpêkirin.
Bi hinceta parvekirina têkildarî zarokek li Colemêrgê bi lêdanê hatibû binçavkirin, derheqê rojnameger Medîne Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin. Di meha Nîsanê de destilatdariyê hewl dabû qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi cih bike û li ser vê yekê li Colemêrgê jî çalakî hatibûn lidarxistin. Di çalakiya li Colemêrgê de polîsan zarokek zeft kiribû û lêdabûn. Zarok piştre hatibû binçavkirin. Rojnamevan Medîne Mamedoglû jî dîmenên têkildarî wê kêliyê îşkenceyê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal parve kiribû. Ji ber vê parvekirinê, derbarê Medîne Mamedoglû de bi îdiaya “Yekser gel sor kiriye ku bi qanûnan nekin” lêpirsîn hat destpêkirin.
Medîne Mamedoglû, tevî parêzerê xwe Resûl Tamur çû Midûriyeta Polîsan a Amedê û îfade da. Mamedoglû di îfadeya xwe de got ku parvekirinê di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de kiriye û îdiayên li ser xwe red kir.