Konvoya gel a ku berê xwe dabû Bendava Tişrînê û dema ku bi rê ket, dewleta Tirk li dijî konvayê êrîş pêk anî. Konvoya gel tevî êrîşan xwe gîhand bendavê û nobet didome.
Li gorî agahiyan, dewleta Tirk, saet di 14:48an de bi balafirê bombe li herêma Bendava Tişrînê barand. Dema konvoya gel ji kantonên Cizîr û Kobanê derket û gel bi konvoyan ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket, nuqteyên li ser rêgeha konvoya gel hate bombekirin. Li gel bombardûmanê jî konvoyê rêwîtiya xwe dewam kir û gihîşt Bendava Tişrînê. Hefteyek berê dîsa SÎHA konvoy bombe kiribû. Di êrîşa hewayî de 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû.
Li Bendava Tişrînê çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMOyê, hatiye destpêkirin, 8 roj in didome.