• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mirina girtî Rojhat Babat di rojeva Meclisê de ye

    Mirina girtî Rojhat Babat di rojeva Meclisê de ye

    AVA TVyê wêneyê Abdullah Ocalan sansur kir!

    AVA TVyê wêneyê Abdullah Ocalan sansur kir!

    Li Efrînê şopên talan û dagirkeriyê

    Li Efrînê şopên talan û dagirkeriyê

    Aydin Adiyaman piştî 32 sal û nîvan hate berdan

    Aydin Adiyaman piştî 32 sal û nîvan hate berdan

    Dayikên Aştiyê li Edeneyê ji bo rojbûna Ocalan dar çandin

    Dayikên Aştiyê li Edeneyê ji bo rojbûna Ocalan dar çandin

    Rojnameger Evîn Bûldan hat bibîranîn

    Rojnameger Evîn Bûldan hat bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mirina girtî Rojhat Babat di rojeva Meclisê de ye

    Mirina girtî Rojhat Babat di rojeva Meclisê de ye

    AVA TVyê wêneyê Abdullah Ocalan sansur kir!

    AVA TVyê wêneyê Abdullah Ocalan sansur kir!

    Li Efrînê şopên talan û dagirkeriyê

    Li Efrînê şopên talan û dagirkeriyê

    Aydin Adiyaman piştî 32 sal û nîvan hate berdan

    Aydin Adiyaman piştî 32 sal û nîvan hate berdan

    Dayikên Aştiyê li Edeneyê ji bo rojbûna Ocalan dar çandin

    Dayikên Aştiyê li Edeneyê ji bo rojbûna Ocalan dar çandin

    Rojnameger Evîn Bûldan hat bibîranîn

    Rojnameger Evîn Bûldan hat bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DFG û Basin-Îş: Em ê destûr nedin sûcdarkirina rojnamevanan

Bîlal Guldem / AW

28 MIJDAR 2024 - 08:11
Kategorî: ROJANE
A A
Amed – Nûnerên rêxistinên rojnamevanan nerazîbûn nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan û diyar kirin ku binçavkirina rojnamevanan li dijî demokrasiye ye û ew ê destûr nedin rojnamevanî û rojnamevan bên sûcdarkirin.

Zextên bêser û ber ên li ser Çapemeniya Azad berdewam dikin. Di çarçoveya lêpirsînek ji aliye Serdozgeriya Komarê ya bajarê Eskîşehîrê de hatiye destpêkirin, li gelek bajaran 9 jê rojnamevan 16 nivîskar, helbestvan, wênegir, karîkaturist hatin binçavkirin.

Li gorî lîsteya Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG); navên rojnamevanên hatin binçavkirin ev in: Roza Metîna, Mehmet Uçar, Erdogan Alayumat, Tugçe Yilmaz, Bîlge Aksu, Ahmet Sumbul, Bîlal Seçkîn, Havîn Derya, Suzan Demîr.

Abdurrahman Aydin (Akademîsyen-nivîskar), Ardîn Diren (Derhêner-werger), Dogan Guzel (Karîkaturist), Hîcrî Îzgoren (Nivîskar), Omer Barasî (Werger-helbestvan), Bawer Berşev (Koordînatorê Pirtûka Kurdî), Emrah Kelekçîer (Wênegir)

Nayê zanîn rojnamevan ji çi hincetê tên tawanbarkirin. Nivîskar Hîcrî Îzgoren tevî temenê xwe yê 74 salî jî di nav kesên binçavkirî de ye. Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek û Nûnerê Basin-Îşê yê Amedê Hakki Boltan der barê binçavkirinan de ji Ajansa Welat re axivîn.

‘Binçavkirina rojnamevanan pêkanînek antîdemokratîk e’

Selman Çîçek diyar kir ku li Tirkiyeyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ketiye tengasiyek mezin û wiha got: “Êdî hatiye wî halî ku ev desthilatdarî nikare xwe bi rê ve bibe. Ji bo xwe bi rê ve bibe êrişî çapemeniyê dike, ji bo dengê civakê qut bike êrişî çapemeniyê dike. Çapemeniya Azad dengê civakê ye. Çimkî nûçeyên Çapemeniya Azad li dinyayê belav dibin. Armanca wan qutkirina dengê heqîqetê ye. Ji ber ku rojnamevanên kurd polîtîkayên desthilatdariyê eşkere dike, lewma her dem bi binçavkirinê re rû bi rû ne. Binçavkirina van hevalên me rojnamevan faşîzm e. Binçavkirina rojnamevanan lil dijî demokrasiyê ye, pêkanînên antîdemokratîk in. Demokrasî ji holê hatiye rakirin. Em ê li ber van operasyonan serê xwe netewînin û heta hetayê li ber xwe bidin.”

Banga piştevaniyê

Selman Çîçek anî ziman ku li dijî pêlên binçavkirinê piştevaniya rêxistinên rojnamevanan muhîm e û got ku ew li dijî binçavkirina rojnamevanan çiqas piştevaniyê zêdetir bikin dê ewqas xurttir bibin.

‘Em ê destûrê nedin tawanbarkirina rojnamevanan’

Nûnerê Basin-Îşê Hakki Boltan jî destnîşan kir ku êrişên niha li ser rojnamevanan pêk tên, di serdemek krîtîk de pêk hatiye û wiha axivî: “Armanc û mexseda desthilatdariyê bi van êrişan ew e ku di vê serdemê de tiştên pêk tîne, di nava raya giştî de neyê belavkirin. Desthilatdarî dixwaze di vê serdemê ku her tişt di tariyê de dihêle û ji raya giştî vedişêre, bi binçavkirina rojnamevanan dixwaze mexseda xwe bi ser bixîne. Lê wezîfeya me rojnamevanan jî ew e ku em tiştên di tariyê de û veşarî tên hiştin bi rastiya wê derxin holê. Bila desthilatdar bi binçavkirina rojnamevanan û nivîskaran, nebêje ez bi ser dikevim. Em ê destûr nedin tawanbarkirina rojnamevanan.”

‘Sûcdarkirina rojnamevanan sûcên pakêt in’

Boltan anî ziman ku sûcên dixin stûyê rojnamevanan, sûcên pakêt in û got: “Hemû sûcdariyên li ser rojnamevanan dişibin hev û hemû kopî past dikin. Desthilatdarî darazê wekî amûra zextkirinê li ser rojnamevanan bikar tîne.”

Etîket: Hakki BoltanSelman Çîçek
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rojnamevan Osman Kiliç hat definkirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin

Rojnamevan Osman Kiliç hat definkirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin

14 ADAR 2026
‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

7 ADAR 2026
Hakki Boltan: Ozgur Ulke ronahiya civakê bû

Hakki Boltan: Ozgur Ulke ronahiya civakê bû

3 KANÛN 2025
Hakki Boltan: Ji bo netewa Kurd ev pêşengeh gelek girîng e

Hakki Boltan: Ji bo netewa Kurd ev pêşengeh gelek girîng e

13 COTMEH 2025
‘Armanca vê xebatê pêşxistina zimanê Kurdî ye’

‘Armanca vê xebatê pêşxistina zimanê Kurdî ye’

28 GULAN 2025
Xwediyê Weşanxaneya Aramê: Êrişî azadiya ramanê dikin

Derbarê rojnameger Hakki Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin

16 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji zindanê heta derve bi ser ketin

    Ji zindanê heta derve bi ser ketin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê KURDÎWAR bi kelecaneke mezin hat vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Demokratîkbûna’ saziyên Îzmîrê li Kurdî qelibî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahiya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd: Statuya Serok Apo qebûl bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevseroka KURDÎWARê: Em ê hewl bidin bîr û arşîvek akademîk ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serlêdanên 3yemîn Pêşbirka Helbestan a Cegerxwîn dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (76)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne