DFG û MKG dê bi boneya Roja Çapemeniya Azad dê bi beşdariya hunermend Kasim Taşdogan şahiyekê li dar bixin.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamya (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi boneya Roja Çapemeniya Azad dê bi dirûşma “Çapemeniya Azad Civaka Demokratîk” konserekê ango şahiyekê li dar bixin.
Pîrozbahî dê di 6ê Îlonê saet 19:30an de li Qonaxa Cemîl Paşa a li navçeya Sûra Amedê were lidarxistin.
Di pîrozbahiyê de dê hunermend Kasim Taşdogan û ribab derbikevin ser dikê û stranan bêjin.