DFGê û MKGê bi boneya 6 rojnamegerên li Nisêbînê hatin binçavkirin daxuyanî da û binçavkirina rojnamegeran şermezar kir. Rêveberê DFGê Bîlal Guldem diyar kir ku bi binçavkirina rojnamegeran naxwazin dengê Kurdan were bihîstin û xwest rojnameger tavilê bên berdan.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi boneya 6 rojnamegerên ku îro li Nisêbînê hatin binçavkirin, daxuyanî da. Daxuyanî li ber avahiya DEM Partiyê ya Nisêbînê hate lidarxistin.
Endamên DFG û MKGê, parlamenterên DEM Partiyê, rêveberên DBP, DEM Partiyê, aktîvîstên TJAyê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.

‘Naxwazin dengê berxwedana gelê Kurd bê ragihandin’
Ewilî rêveberê DFGê rojnameger Bîlal Guldem axivî û bal kişand ser qewimandinên li Rojavayê Kurdistanê û nerazîbûna gelê Bakurê Kurdistanê ya li dijî êrişên ser Rojava. Guldem da zanîn ku îro li Nisêbînê meşek demokratîk ji bo xwedîderketina li Rojava hate lidarxistin û piştî meşê polîsan êrişî girseyê û rojnamegeran kir. Guldem anî ziman ku binçavkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin û got: “Gelo çima hûn rojnamegeran binçav dikin? Em dizanin çima hûn çima rojnamegeran binçav dikin. Ji ber ku naxwazin dengê rastiyê û êrişên li ser gelê Kurd tên kirin, ji cîhanê re bê ragihandin. Naxwazin dengê berxwedan û têkoşîna gelê Kurd ji cîhanê re bê ragihandin. Tenê ne rojnamegeran desteser dikin, amûrên wan; mikrofon û kamerayên wan jî desteser dikin. Destê xwe ji ser rojnamegeran rakin. Em hatin kuştin, em hatin girtin û sirgûnkirin lê em neqedin û em ê neqedin. Em ê her rastiyê vebêjin û ragihînin. Em dibêjin divê zextên ji ser rojnamegeran bi dawî bibin. Em dixwazin hevalên me demildest werin berdan.”
‘Em ê her dem li ser karê xwe bin’
Piştre endama Basin-Îşê rojnameger Şîrîn Bayik jî axivî û diyar kir ku bi rojane li Rojava berxwedanek heye û rojnameger jî dixwazin van geşedanan bişopînin û bi van zextan rojnameger bêdeng nabin. Bayik desetnîşan kir ku ew ê her dem li ser karê xwe bin û xwest rojnamegerên hatine binçavkirin tavilê werin berdan.

‘Hûn nikarin dengê rastiyê qut bikin’
Paşê jî Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz axivî û binçavkirina rojnamegeran û welatiyan şermezar kir. Salîha Aydenîz destnîşan kir ku bi binçavkirina rojnamegeran û desteserkirina amûrên wan dê nikaribin dengê rastiyê asteng bike û qut bikin. Aydenîz xwest tavilê rojnameger û welatiyên hatine binçavkirin bên berdan.
Salîha Aydenîz di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ji bo ku li dijî barbariya DAIŞê li kolanan bûn hatin binçavkirin, em van binçavkirinan şermezar dikin. Emniyeta Mêrdînê xwest xwedî li DAIŞê derkeve û berxwedana li vir belav nebe. We mîkrofon û kamera binçavkirine, em dizanin ku hûn ji van amûrarn jî ditirsin. Em binçavkirina bi îşkenceyê şermezar dikin û dixwazin hevalên me û rojnameger demildest bên berdan. Em xwedî li ‘Jin jiyan azadiyê’ derdikevin, Em xwedî li pergala ku jiyana hevpar diparezê derkevin. Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê bi van binçavkirinên bi îşkenceyê li pey provokasyonan e. Hûn difikirin ku dê bi binçavkirina kamera û mîkrofonan û destserkirina dîmenan ev yek belav nebe. Ev welatê ku herî zêde rojnameger lê hatine binçavkirinin. Ne fikirin ku ev gel dê ji binçavkirinan bitirse. Qet nefkirin ku em ê bi paş ve gavan biavêjin. Dest ji binçavkirinan û îşkenceyan berdin û hevalên me demildest berdin. Heta ku li Rojava azad bibe em ê li qadan bin.”

Hat zanîn ku rojnamegerê serbest dixebite Bariş Demîrcan ku hatibû biçavkirin, li Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê hate berdan.












