DFGê rapora binpêkirina mafan a li dijî rojnamegeran û saziyên çapemeniyê ya meha Sibatê eşkere kir. DFGê di rapora xwe de bal kişand ser binçavkirin, girtina rojnamegeran û sansurkirin û astengkirina hesabên ajans û rojnameyan û rojnamegeran.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirinên mafan a li dijî rojnamegeran a meha Sibatê eşkere kir.
Rapora DFGê bi vî rengî ye:
“Em meheke ku bi binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamgeran tejî li pey xwe dihêlin. Em di meha sibatê de bi raporeke ku tê de binçavkirin û girtina gelek rojnamegeran, astengkirina wan a şopandina nûçeyan û mûameleya xerab a li dijî wan hene re rû bi rû ne. Her wiha organên medyayê yên hewl tê dayîn bi cezayên RTUKê bên bêdengkirin, nûçeyên ji xwegihandinê re tên astengkirin û naverokên dîjîtal medyayê di nava mijarên bingehîn ên di rapora me de ne.
Di nava mijarên sereke yên di meha sibatê de herî zêde hatin nîqaşkirin de dîsa binçavkirina rojnamegeran û mûameleya li dijî wan hebû. Di meha Sibatê de bi ser mala 7 rojnamegeran de girtin û 18 rojnameger binçavkirin. Ji 18 rojnamegerên hatin binçavkirin 8 jê hatin girtin. Şopandina nûçeyan a 8 rojnamegeran hate astengkirin û gef li 3 rojnamegeran hate xwarin.
Sirgûnkirina Oznûr Deger
Di hefteya ewil a meha Sibatê de nûçegihana JINNEWSê Oznûr Deger, Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Bûrsa Mûxalîfê Ozan Kaplanoglû û rojnameger Alî Bariş Kûrt hatin binçavkirin û girtin. Bi taybetî bi ser mala hempîşeya me Oznûr Deger a bi malbata xwe re dijiya de hate girtin û tundî lê hate kirin. Tundiya li dijî Oznûr Degerê tene bi serdegirtina malê bisînor nema, li nexweşxaneya birinê jî berdewam kir û bi awayekî keyfî rapora derbê nedanê. Herî dawî hempîşeya me bêyî ku malbat û parêzerên wê bên agahdarkirin sirgunî Girtîgeha Erzîncanê hate kirin.
Binçavkirin û girtina rojnamegeran
Polîsan di sibeya 15ê Sibatê de bi ser avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku li dijî hewldayîna tayînkirina qeyûm nobet lê dihate girtin de girtin. Di êrişê de polîsan di dema serdegirtinê de nûçegihana JINNEWSê Rabîa Onver, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bîlal Babat û Mehmet Guleş, rojnameger Medîne Mamedoglû, Rûşen Takva û Behçet Bayhan ku nobet dişopandin binçav kirin. Rojnamegerên di bin çavan de hatin derbkirin bi piştê ve hatin kelemçekirin. Dîsa di operasyona li dijî HDKê de rojnameger Elîf Akgul, Yildiz Tar, Ercument Akdenîz, Saîme Ogûzhan û rojnameger-nivîskar Ender Îmrek bi serdegirtina malên wan hatin binçavkirin. Ji van 4 rojnameger hatin girtin û cezayê hefsa malê li Ender Îmrek hate birîn.
Di êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de careke din rojnameger hedef hatin girtin. Di êrişa 15ê Sibatê li dijî herêma Tişrînê hate lidarxistin de rojnameger Egîd Roj hate qetilkirin. Di şeş mehên dawî de di êrişên dewleta tirk de 6 rojnamegeran jiyana xwe ji dest da.
Mesaiyên rojnamegeran ên edliyeyê di meha Sibatê de jî berdewam kirin. Ji 8 rojnamegeran re lêpirsîn hate destpêkirin û lêpirsîna 8 rojnamegeran veguherî dozê. Di meha Sibatê ku darizandina 26 rojnamegeran berdewam kir de di van darizandinan de li 4 rojnamegeran bi komî 4 sal û 11 meh cezayê hefsê û 127 hezar lire cezayê pereyî hate birîn.
Li Tirkiyeyê sansur
Pêdivî ye ku mirov bi taybetî behsa sansura di nav binpêkirinên mafan ên di meha Sibatê de ye bike. Sansur li Tirkiyeyê her ku diçe ji amûra zextan derdikeve û bûye weke rejîmekê. Di meha Sibatê de bi dehan hesabên rojnameger û saziyên çapemeniyê bi awayekî bêhiqûqî hatin astengkirin. Bi giliya Fermandariyên Cendermeyan ên Bajaran ku tu rayeya wan nîne gelek hesab bi binpêkirina rêgezên hiqûqê yên navnetewî hatin girtin. Platforma Xyê jî li dijî vê bêhiqûqiyê serî tewand û bû amûreke vê sansurê. Di meha sibatê de gelek ji wan yên rojnamegeran 309 hesab ji xwegihandinê re hatin astengkirin. Parvekirina 26 nûçeyan jî hate astengkirin.
Di 5ê Sibatê de bi daxwaza Midûriyeta Giştî ya Polîsan a girêdayî Wezareta Karên Hundir 126 hesabên Xyê û 14 parvekirin ji xwegihandinê re hatin astengkirin. 3yemîn Dadgeha Cezayê Sûlh a Wanê 90, 2yemîn Dadgeha Ceza ya Sûlh a Semsûrê li ser daxwaza Fermandariya Cendermeyan a Semsûrê 21 malperên înternetê û xwegihandina hesabên medyaya dîjîtal ji xwegihandinê re astengkirin.
Astengkirina hesabên medya dîjîtal
Di nava hesabên ku hatin astengkirin de hesaba Arti Gerçekê ya Xyê ku 366 hezar şopînerên wê hebûn, hesaba kurdî ya JINNEWSê, hesaba Youtubeyê ya Rojnameya Yenî Yaşamê, hesaba ETHAyê û hesabên rojnamegerên weke Yavûz Baydar, Hayko Bagdat, Abdûrrahman Gok, Fehîm Işik jî hebûn. Hesaba Youtubeyê ya rojnameger Abdûrrahman Gok ku tenê bi motora xwe Vlog dikişandin jî li Tirkiyeyê hate girtin. Ev yek bi awayekî şênber nîşan dide ku li dijî rojnamegeran sansureke çawa heye.
Di meha Sibatê de Ajansa Mezopotamyayê, servîsa Kurdî ya Dengê Amerîkayê, kovara Ozgur Gelecekê jî di nav de 6 malperên înternetê ji xwegihandinê re hatin astengkirin. Her wiha cezayên RTUKê di vê mehê de jî berdewam kirin. RTUKê ji 19 bernameyan re ji sedî 3 cezayê îdarî yê pereyan birî. Li aliyê din dozgeriyê di lêpirsîna Parka Geziyê de dest bi lêkolîna medyayê jî kir. RTUK a ku ji dozgeriyê re nivîs nivîsand, xwest ku qeydên weşanê yên saziyên medyayên ku di dema bûyerên Parka Geziyê yên beriya 12 salan pêk hatin de weşanên propaganda di nav de hene ji dosyaya lêpirsînê re bên şandin.
Çapemeniya azad, civaka azad e
Me meheke din li pey xwe hişt, em hêvî dikin ku rojnameger di mehên biharê de di hawîrdoreke azadtir de bikarin karên xwe bikin. Lê di çarçoveya daneyên du mehên dawî de derketine holê, di mijara azadiya çapemeniyê de tabloyeke tarî derdikeve holê. Em li bendê bûn ku hejmara rojnamegerên girtî kêm bibe lê bi girtina 8 rojnamegeran li Tirkiyeyê hejmara rojnamegeran derket 42yan. Ev hejmar daneyeke girîng e ku nîşanî me dide ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê nîne. Em diyar dikin ku divê êdî desthilat dawî li polîtîkayên xwe yên zext û tirsandinê yên li qada azadiya çapemeniyê, azadiya raman û îfadeyê bîne. Divê neyê jibîrkirin ku ‘Çapemeniya Azad, Civaka Azad e’. Di civakeke ku rojnameger lê ne azad in de nikare behsa azadiyê bê kirin. Ji ber vê yeke em hemû beşên civakê vedixwînin ku bi rojnamegeran re di nava piştevaniyê de bin û mafê xwe yê agahiyan wergirtinê biparêzin.”