Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî di nava sê salên dawî de hezar û deh xebatkarên alîkariya mirovî hatine kuştin.
Koordînatorê Karên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Tom Fletcher anî ziman ku di nava sê salên dawî de li cîhanê zêdeyî hezar xebatkarên alîkariya mirovî hatine kuştin. Fletcher diyar kir ku ev yek zêdebûneke tesadufî nîne, lê ji hilweşîna mekanîzmayên parastinê ye.”
‘Kuştina xebatkarên alîkariyê yên NYê 3 qet zêde bûne’
Tom Fletcher di rapora pêşkeşî Konseya Ewlekariyê ya NYê kiriye de ragihand ku tenê sala 2025an li 21 welatan herî kêm 326 erkdarên alîkariya mirovî hatin kuştin. Hat gotin ku di nava sê salên dawî de 1010 xebatkarên alîkariya mirovî jiyana xwe ji dest dane. Fletcher anî ziman ku hejmara kesên jiyana xwe ji dets dane li gorî 3 sal berê 3 qet zêde bûye.
Li gorî daxuyaniyê, piraniya bûyeran li herêmên şer qewimîn û windahiya herî giran li Xeze û Şerîa Rojava bû. Hat ragihandin ku li gel vê yekê li Sudan, Sudana Başûr, Ukrayna û Komara Demokratîk ya Kongoyê gelek xebatkarên alîkariya mirovî hatine kuştin.
Piraniya êrişan dewletên endamên NYê pêk anîn
Fletcher got ku kesên jiyana xwe ji dest dane, dema hewl dan av, derman û alîkariya stargehê bigihînin deverên pêwîst, hatine qetilkirin. Her wiha anî ziman ku ev kes li konvoyên alîkariyê yên bi rengekî eşkere işaret li ser hatibû danîn û di dema wezîfeyên bi rayedaran re koordîneyî dikirin de hatin kuştin. Di daxuyaniyê de hat eşkerakirin gelek dewletên êrişî li dijî kesên alîkariya mirovî kirine endamên dewletên NYê ne.
Fletcher: Ji ber bêpîvaniya şer tên kuştin
Fletcher bi bîr xist ku wezîfeya xebatkarên alîkariya mirovî ji xwe metirsîdar e, mirov ne ji ber bêbaldariyê, ji ber bêpîvaniya aliyên şer hatine kuştin. Fletcher destnîşan kir ku hiqûqa mirovî ya navneteweyî û biryarên Konseya Ewlekariyê ya NYê ya li ser parastina xebatkarên alîkariyê di pratîkê de nayê pêkanîn.
‘Ev êriş li dijî hêviya jiyana bi milyonan mirovî ye’
Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku karên alîkariya mirovî li gelek herêman têne astengkirin, ev rewş jî dibe sedem ku alîkarî tê birîn, klînîk tên girtin û pêwîstiyên bingehîn neyên dabînkirin. Fletcher destnîşan kir ku êrişên li ser xebatkarên alîkariya mirovî ne tenê li ser şexsan e, di heman demê de êriş li dijî hêviya jiyana bi milyonan mirovî ye.
Herî dawî Fletcher bang li Konseya Ewlekariyê ya NYê kir û jê xwest, ji bo parastina xebatkarên alîkariya mirovî biryarên xwe bi cih bîne.













