Di sondaja bîra petrolê de teqîn pêk hat û di encama teqînê de 7 karker birîndar bûn.
Di sondaja bîra Uçtepe-1 a girêdayî Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) ya li ser rêya Amed-Êlihê de, bi şev ji ber gazê teqînek pêk hat. Piştî teqînê li tesîsê şewat derket. Tîmên agirkujiyê û tenduristiyê sewqî cihê buyerê hatin kirin. Ji ber teqînê 7 karker birîndar bûn. Hate zanîn ku rewşa du karkerên ku sewqî nexweşxaneyê hatine kirin giran e.
Şewat bi mudaxileya komên agirkujiyê hate vemirand. Têkildarî buyerê lêpirsîn hate destpêkirin.