Di êrîşên berdewam ên komên hikûmeta demkî yên bi çekên giran û tanakan li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd de zarokek jiyana xwe ji dest da. Bi vê re hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 4 kesan.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê diyar kir ku ji ber êrîşên bi çekên giran û tankan ên komên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê zarokek jiyana xwe ji dest da û hejmarek welatî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku ji ber êrîşên ji vê sibehê li dijî wan her sê taxan de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 4 kesan.













