Şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de 21 roj in didome. Di encama êrîşên DYA- Îsraîlê yên li ser Îranê de du jinên Kurd jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî çavkaniyên herêmî, Berîvan Molanî ya 25 salî ku ji bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê, di 17yê Adarê de, di bombebarana taxa Zeferanî ya Tehranê de jiyana xwe ji dest da.
Her wiha êrişa Amerîkî-Îsraîlî ya li ser avahiyek niştecihbûnê taxa Zeferanî bû ku Wezîrê Îstîxbarata Îranê Îsmaîl Xetîb hedef girt û di encamê de çend malên welatiyan hilweşiyan û tê de gelek sivîl, di nav de jina ciwan Berîvan Molanî jî, jiyana xwe ji dest da..
Her wisa jina bi navê Soma Selîmî, psîkolog û perwerdekara zarokên otîstîk ji Bokanê, di bombebarana Meydana Risalatê ya Tehranê de ji di encama bombebarana balafirên şer yên Amerîkî û Îsraîlî de jiyana xwe ji dest da.













