Pêguhertina girtiyan a di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de pêk hat. Li navçeya Şedadê 397 girtiyên di destê Şamê de radestî HSDê hatin kirin. Her wiha HSDê jî komek girtiyan teslîmî Şamê kir.

Pêguhertina girtiyan a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de li navçeya Şedadê ya Hesekê pêk hat. Hêzên Şamê 397 girtiyên HSDê di seatên sibê de anîn Dêrezorê û ji vir jî bi otobêsan anîn Şedadê. Her wiha HSDê jî komek girtiyan ji Qamişlo ber bi Şedadê ve derxistin rê. Piştî gihiştina karwanên girtiyan li Şedadê pevguhertin pêk hat. HSDê 397 girtî teslîm girtin û bi refaqeta hêzên asayîşê ber bi Hesekê ve derxistin rê.
Çav li rê ye ku girtî bikevin bajarê Hesekê. Karwan dê li Xaçerêya Sebax a Hesekê, ji aliyê malbatên wan û gel ve were pêşwazîkirin. Malbatên ku bi mehan e di nava kelecan û bendewariyê de bûn, niha ji bo dîtina zarokên xwe li qadê kom bûne.












