Li Sêweregê bi tevlîbûna hezaran Newroz hate pîrozkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
Li navçeya Sêwereg a Rihayê Newroz bi dirûşma “Demokrasî û Azadiyê” hate pîrozkirin û bi hezaran kes tevlî bûn. îrozbahiya Newrozê li qada Bazara Genim a Sêweregê hate lidarxistin û li gel baranê jî ji 7 heta 70 salî gelek kes bi kincên xwe yên neteweyî tevlî bûn.
Çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” dewam kir. Li qada pîrozbahiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên îşaret bi yekitiya demokratik dikin hatin hilgirtin.
Piştî ku endamên komîteya amadekar a Newrozê û Hevserokên Rihayê yên DEM Partiyê Ayşe Surucu û Nîhat Demîrbîleklî û Hevserokê Bajêr ê DBP’ê Mahmût Manas silav da girseyê, pîrozbahiyê destpê kir.
Banga tevlîbûna Newroza Amedê hate kirin
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Sera Bucak, bal kişand ser pêvajoyê û ev tişt got: “Em berxwedana we silav dikin. Ez Cejna Remezanê li hemû gelê me yê Sewregê pîroz dikim. Gelê Kurd rêya aştiyê hûnand. Em di pêvajoyeke nû re derbas dibin. Gelê Kurd ji bo ku aştî li Rojhilata Navîn mayinde bibe, di nava hewildaneke mezin de ye. Divê em xwedî li vê pêvajoyê derkevin û berpirsyariya dikeve ser milê me bi cih bînin. Em hemû gelê xwe vedixwînin Newroza Amedê ya ku dê sibê bê lidarxistin.”
‘Bila Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar jî wiha axivî: “Bila Newroz bibe wesîleya aştî, demokrasî û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Tevahiya cîhanê dît ku Kurd alîgirên aştiyê ne. Kurd di vî welatî de çi dixwazin? Jiyanekê wekhev û birûmet dixwazin. Muzakerevanê vê pêvajoyê rêzdar Abdullah Ocalan e. Divê şert û mercên azad û guncav ên xebatê bên avakirin. Gelê Kurd aşkera kir ku muxatab kî ye. Muxatabê sereke yê vê pêvajoyê rêzdar Ocalan e.”
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat vêxistin. Pîrozbahî, bi derketina Hozan Serwan û hunermendên xwecîhî ya ser dikê bi dawî bû.













