• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Paytexta Yemenê ji hêla îsraîlê ve hat bombebarankirin

    Paytexta Yemenê ji hêla îsraîlê ve hat bombebarankirin

    TJAyê Emîne Erciyes, Zîn Zagros û Ekîn Amara Toldar bi bîr anî

    TJAyê Emîne Erciyes, Zîn Zagros û Ekîn Amara Toldar bi bîr anî

    DEM Partî diçe serdana Ozgur Ozel

    DEM Partî diçe serdana Ozgur Ozel

    Li Tebqayê meşa ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’

    Li Tebqayê meşa ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’

    Ayşe Gokkan: Hêzdarbîyayîşê aştî ewleyîya heme gandaran a

    Saziyên cîhanê xwestin Ayşe Gokkan bê berdan

    Hêzên ewlekariyê dest bi pêngava ewlehiyê kir

    Hêzên ewlekariyê dest bi pêngava ewlehiyê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Di rapora ATKê de pirs bê bersiv in

Bazîd Evren / AW

24 GULAN 2025 - 08:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Lêpirsîna xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş ku cenazeyê wê piştî 18 rojan li kêleka Gola Wanê hatibû dîtin, tevî nepeniyê 8 meh in didome. Di rapora ATKê de gelek pirs bê bersiv in û ji ber biryara nepeniyê agahî şolî ne.

Xwendekara Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wane Rojîn Kabaîş (21) di êvara 27ê Îlonê de winda bû û heta 18 rojan agahî jê nayên girtin. Cuzdan, telefon, av û keka Kabaîşê li kêleka behrê tê dîtin û di 28ê îlonê de agahiyê didin malbatê. Kabaîş li Wargeha Jinan a Seyyîd Fehîm Arvasî ya li kampusa zanîngehê dima û herî dawî ji wir derdikeve û diçe qeraxa Gola Wanê ya di nava kampusê de. Malbata Kabaîş ku agahiya windabûna keça xwe piştî 15 saetan dibihîzin, ji Amedê tên Wanê û ji ber ku dereng agahî dane wan, derheqê rêveberiya wargehê de giliyê dike. Hemû hewldanên malbatê yên hevdîtina bi midûra wargehê re ku malbata Kabaîş ji mirina bi guman a keça xwe wê berpirsyar dibîne, bê encam man.

Gelek pirs bê bersiv in

Piştî 18 rojan cenazeyê Rojîn Kabaîşê di 15ê cotmehê de li kêleka Gola Wanê ya Gundê Molla Kasim ji hêla welatî Mehmet Emîn Ankay (60) ve tê dîtin. Bi ser dîtina cenazeyê Rojîn Kabaîş 8 meh derbas bûn, lê hêj jî tevî nepeniyê lêpirsîn didome û ti agahiyên nû nehatine bi dest xistin. Li gorî rapora Saziya Tip a Edlî (ATK) Rojîn Kabaîş di avê de xeniqî ye. Lê ev agahî hêj jî nehatiye safîkirin. Malbata Kabaîş, îdîaya “xwekuştinê” red dike û dipirse, “Cihê Rojîn winda bû û cihê canezeyê wê lê hat dîtin 24 kîlometreyan ji hev dûr e, ev yek çawa çêdibe?” Pirsên weke gelo xebatên lêgerînê yên 18 rojan kêm man, cenaze ew qas kîlometre çawa çû, cenaze çend rojan di avê de maye, nîşaneyên derbkirinê yên li ser laşê Rojînê hatine dîtin, çawa çêbûne, mînakên DNAyê yên li ser cenaze hatine dîtin yên kê ne, çi bi şarja duyemîn a di nava tiştên wê de bû hat, hevala Rojînê ya herî dawî pê re axivî çima hevdîtinê red dike hwd. gumana “cinayetê” mezintir dike. Malbat ku van pirsan li ber çav digire, dibêje ku keça wan hatiye kuştin û divê kiryarên cînayeta wê bên dîtin.

Ek Rapor jî kêm e

Di rapora ATKê ya 14ê mijdara 2024an de hatiye parvekirin de hat îdîakirin ku Rojîn Kabaîş di avê xeniqî ye û ti nûveyên êrîşeke zayendî an jî derbkirinê nehatine dîtin. Lê, di raporê de cih nedane dema mirinê û qewlê ku di avê de mayî. Baroya Wanê û Navenda Mafên Jinan a Baroyê ji ATKê derbarê dema mirina Rojîn Kabaîş û qewlê wê ya di avê de mayî ek-raporek xwest. Lijneya Pisporî ya Tipa Edlî têkildarî vê xwestekê di 13ê kanûnê de ek-raporek amade kir û di vê ek-raporê de jî ji rapora esas zêdetir û cûdatir tiştek nehat eşkerekirin. Baroyê jî îtîraz derbarê vê ek-raporê de kir.

Dozgereke nû tayînî lêpirsînê kirin

Di çileya 2025an de dozgereke nû tayînî dosyaya Rojîn Kabaîşê hat kirin. Dozgerê nû xwest dayik, bav û 3 xwîşkên Rojînê careke din îfadeyê bidin û di 16ê çileyê de bi rêya SEGBÎSê careke din îfadeya malbatê hat girtin. Ji bilî malbatê, nêzî 240 kesên ku îfade û mînakên DNAyê ji wan hatibû girtin, careke din îfade û mînakên DNAyê dan.

Malbatê bi dozgeriyê de hevdîtin pêk anî

Herî dawî di 22yê gulana 2025an de malbata Kabaîş bi dozger re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtina ku 2 saetan berdewam kirî de bavê Rojîn Kabaiş Nîzamettîn Kabaiş û dayika wê Aygul Kabaiş, Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz û parêzerên Navenda Mafên Jinan a Baroyê jî tev li bûn.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Paytexta Yemenê ji hêla îsraîlê ve hat bombebarankirin

Paytexta Yemenê ji hêla îsraîlê ve hat bombebarankirin

10 ÎLON 2025
TJAyê Emîne Erciyes, Zîn Zagros û Ekîn Amara Toldar bi bîr anî

TJAyê Emîne Erciyes, Zîn Zagros û Ekîn Amara Toldar bi bîr anî

10 ÎLON 2025
DEM Partî diçe serdana Ozgur Ozel

DEM Partî diçe serdana Ozgur Ozel

10 ÎLON 2025
Li Tebqayê meşa ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’

Li Tebqayê meşa ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’

10 ÎLON 2025
Ayşe Gokkan: Hêzdarbîyayîşê aştî ewleyîya heme gandaran a

Saziyên cîhanê xwestin Ayşe Gokkan bê berdan

10 ÎLON 2025
Di 23 mehan de 31 rojnamegerên jin li Xezayê hatin kuştin

Di 23 mehan de 31 rojnamegerên jin li Xezayê hatin kuştin

10 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (176)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne