Dewleta osmaniyan hewl dida ku xwe di qada Ewropayê de hêz nîşan bide û her wiha bide nîşandan ku ew li gorî pergala kapîtalîst xwe reforme dikin. Lihevkirinên bi Kurdan hatibûn kirin, dest jê kişandibûn û demildest dixwestin hemû rêveberiyên Kurd ên xweser ji holê rakin.
Dewleta osmaniyan di dawiya qirna 18emîn û destpêka qirna 19emîn de bi qeyran û gefên mezin re rû bi rû mabû. Di qada leşkerî de li dijî Rûsya û Avûstûryayê gelek cih winda kiribû û ji hêza xwe ketibû. Her wiha bi êrîşên Fransa û Ingilîstanê re di qada aboriyê de li dijî endustrî û cotkariya bazara sermayeya kapîtalîst qels bibû. Bi nasnameyên pir çand û pir bawerî re pirsgirêk dijiya û her wisa bi mîr û eşîrên Kurd re di nava gengeşiyeke mezin de bû.
Li ser ewqas pirsgirêkan dewleta osmaniyan pêwîstî bi model û pergalên nû yên siyasî didît. Ji ber wê jî pêdîvî ji reformên leşkerî, siyasî, hiqûqî û aborî didît. Di sala 1792de, di serdema Selîm III de bi Reformên Asakîr-î Mansure-î Muhammediye dewleta osmaniyan di qada leşkerî de li gorî modernîteya kapîtalîst gavên nû avêtibû. Li gorî van reforman fermandariya bi navê Yenîçeriyan dê bihata girtin û li gorî modernîteya demê dê qada leşkerî bihata guhertin.
Ev guhertin tenê bi qada leşkerî re sînordar ne mabû û di sala 1808an de, di serdema Mehmûd II de dewleta osmaniyan bi belgeya Sened-î Îttîfak di qada siyasî de jî reformên nû çêkiribû. Li gorî vê reforma nû dê hemû statuyên xweser ên xwecihî ji holê rabûna û dê hemû kar û barên siyasî bi navendê re bihatana girêdan. Ev dihata wê wateyê ku dê hemû mîr, eşîr û statuya Kurdan a nîv-otonom bi navenda dewleta osmaniyan re bihata girêdan.
Dewleta osmaniyan hewl dida ku xwe di qada Ewropayê de hêz nîşan bide û her wiha bide nîşandan ku ew li gorî pergala kapîtalîst xwe reforme dikin. Lihevkirinên bi Kurdan hatibûn kirin, dest jê kişandibûn û demildest dixwestin hemû rêveberiyên Kurd ên xweser ji holê rakin. Di hûndir de bi rûyê xwe yê nîjadperest û olperest li dijî Kurd, Ermenî, Suryan û Êzidiyan şer û pevçûn dikirin û di raya giştî ya cîhanê de jî hêz û medeniyeta xwe ya burokrasî, zanistî, teknolojî, endustrîyalîzm û bajarvaniyê nîşan dida.
Osmaniyan her roja ku diçû li gorî konjonktura demê guhertinên nû pêk dianî. Di sala 1839an de bi Fermana Tanzîmatê re di qada çand, huner, wêje, polîtîka û hwd. bîrdoziya nîjadperestiyê xistibûn dewrê. Di sala 1856an de bi Fermana Islahatê re polîtîkayên tekperest dijwartir bibûn û pergala burokrasiyê ya dewletê hatibû avakirin. Di sala 1876an de jî bi îlankirina Meşrûiyetê re hevsengiya temamî ya bi pergala kapîtalîst re hatibû temamkirin.
Dewleta osmaniyan bi vî rengî, bi têketina qirna 19emîn re hemû sozên dayî Kurdan ji bîr kiribû û li gorî polîtîkayên kapîtalîst û netew dewletê guhertin û veguhertina xwe pêk dianî. Kurdan ev guhertinên nû ji xwe re wekî gefxwarinê ditîtin û di sala 1806an de li Silêmaniyê, bi pêşengiya Mîr Abdûrahman de Mîrtiya Babaniya rabibûn raperîna destpêkê. Di sala 1830an de bi raperîna Mîr Mûhammedê Rewandûzî û di sala 1842an dd bi raperîna Bedirxan Beg Kurdan dê bersiva hemû polîtîkayên tekperest bida.
Osmaniyan tevî ku modernbûyîna bi kapîtalîzmê re pêk dianîn jî, hemû fikr û pêşketinên nû li gorî îslamê pêk dianî. Hemû têgîn û têgeh li gorî îslam û şerîatê dest dihat girtin. Bi vî rengî bi bîrdoziya Osmanîtî re, bi rastî jî peymana Misilmanetiyê dihat çêkirin. Ango ne tenê li dijî Kurdan, li dijî çand, ziman û olê Ermenî, Suryanî û Êzîdiyan jî êrîşên bîrdozî dihatin kirin.
Reformên nû yên li gorî pergala kapîtalîst û modela netew dewletê bîrdoziyek nû afirandibû. Ev wekî nîjadperestî û tekperestî vesaz bibû. Bi vî rengî ji Kurdan dihat xwestin ku entegrasyona xwe ya bi dewletê re li gorî bîrdoziya Osmanîtiyê pêk bînin û ji Ermen, Suryan û Êzîdiyan jî dihat xwestin ku entegrasyona xwe ya bi dewletê re li gorî Îslam û Misilmanetiyê pêk bînin. Nexwasim ev her du rewş jî dihat wateya înkarkirina gel û baweriyan. Ev rewş dê bi şiklên cûr be heta sala 1923an berdewam bikira…Dê bidome