Parlamenterê Îranê Mihemed Manan Reîsî di gotareke xwe de da zanîn ku li Sûriyeyê 6 hezar leşkerên wan jiyana xwe ji dest dane.
Parlamenterê Îranê Mihemed Manan Reîsî di gotareke xwe de balkişand ser hejmara leşkerên Îranê yên di şerên li Suriyeyê de hatine kuştin û wiha got; “Ya ku li Suriyeyê rûdayî balkêş bû, ji ber ku nêzî 6 hezar leşkerên me di şerên li Suriyeyê de hatin kuştin û milyaran dolar hat xerckirin. Piştre di nava heftiyekê de me Suriyeyê radestî tundrewan kir.”
Hêjayî gotinê ye cara yekeme rayedarek Îranê hejmarek wiha bilind ya kuştina leşkerên Îranî ya li Suriyeyê eşkere dike. Îran ji sala 2011’an ve li Suriyeyê piştgiriyê dida rejîma Beşar Esed.